Bi qurnefilan Musa Anter bi bîr anîn

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li gel nûner û rêveberên saziyên civakî û demokratîk, bi boneya salvegera 33yemîn a kuştina Rojnameger Musa Anter, li cihê lê hatibû kuştin, bernameya...

1 deqe xwendin
Bi qurnefilan Musa Anter bi bîr anîn

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li gel nûner û rêveberên saziyên civakî û demokratîk, bi boneya salvegera 33yemîn a kuştina Rojnameger Musa Anter, li cihê lê hatibû kuştin, bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter gelek rojnameger, siyasetmedar, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di bîranînê de wêneyên Musa Anter û şehîdên Çepemeniya Azad hatin hilgirtin, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê hatin rakirin.

Bîranîn li xaçerêya Seyrantepeyê ya li Bajarê Nû, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Çapemeniya Azad û Şehîdên Demokrasiyê dest pê kir. Kurdiya Daxuyaniyê rojnameger û Rêveberê DFGê Fehxedîn Kiliç, Tirkiya wê jî Hevseroka DFGê Kesîra Onenê xwend.

‘Apê Mûsa serhildan û hawarek bû’

Fexredîn Kiliç destnîşan kir ku Apê mûsa serhildanek bû, ‘hawarek’ bû û derbarê têkoşîna Apê Mûsa de wiha got: “Ji ber vê yekê ew dişibiya kulîlkên ku di bin siya darên çinarê de şîn dibin. Heta ku ew bi xwe jî veguherî çinarekê û ev serhildan, ev ‘hawar’ domiya. Ji ber ku di nava serhildaneke bi sedsalan de cih digirt. Ew qêrîn, serhildan û xîreta têkoşînê ya Kurdan bû. Ew pênûsa rojnamegeriyê bû ku heqîqet dinivîsî. Kurdek bû, nivîskarek bû, rojnamegerek bû, rewşenbîrek bû, nuktebêjek bû, çinareke mezin bû.

‘Peyv kêm dimînin’

Fexredîn Kiliç diyar kir ku ew hewl didin Apê Mûsa vebêjin û da zanîn ku ji bo vê yekê peyv kêm dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin têkoşîn, nirxên ku afirandine, rojnamegeriya wî, nivîskariya wî, cewhera wî, mirovahiya wî û bedewiya wî vebêjin. Lê em nas dikin, em dizanin vî çinarê mezin. Hemû kesên li vir dizanin. Hinek şahidên têkoşîna wî ne, hinek bi wî re tawanbar bûn, hinekan meşa wî ya azadiyê dîtin, hinekan nivîsên wî xwendin, hinekan bihistîne ka çi kiriye; çi afirandiye, çi gotiye, dengê wî, kenê wî, serhildana wî bihistîne.”

‘Bû şahidê zor û tundiyê’

Di berfirehiya daxuyaniyê de Fexredîn Kiliç bal kişand ser jiyana Apê Mûsa û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Dema Apê Mûsa li şikefteke gundê Zivingê ji dayik bû, hêj komar nehatibû avakirin. Lê tevahiya jiyana wî bi şahidiya zordariya vê dewleta nû hate avakirin, derbas bû. Di 72 salan de ewqas tişt jiyan ku heta mirina xwe jî li vê pergala ku zulm, zordarî, hovîtî û qirkirina li Kurdan rewa dike, zêde kir.”

‘Tu carî serî netewand’

Fexredîn Kiliç bilêv kir ku Apê Mûsa hêza Çapemeniya Azad mezin kiriye û aniye van rojan û wiha pê de çû: “Kesên ku ev nirx avakirine jî şehîdên çapemeniyê ne. Ew li dijî hemû zext û zordariyan li ser piyan sekinîn. Li dijî binçavkirin, îşkence, gef û êrişan gavek jî bi paş ve neavêtin, serê xwe netewandin. Di wan kêliyên xwe yên dawiyê de jî bi wêrekî li rûyê celadên xwe nêrîn û bi gotina ‘Madem dawiya vê dozê mirin e, bi xêr hatiye’ nîşanî me û dinya alemê dan ku çawa têkoşîn tê meşandin.”

‘Çapemeniya Azad bi saya şehidan serbillind e’

Fexredîn Kiliç bal kişand ser şehîdên Çapemeniya Azad û derbarê berdelên hatine dayîn de ev tişt anî ziman: “Ji Cengîz Altûn heta Hafiz Akdemîr, ji Gurbetellî Ersoz heta Nesrîn Tekeyê, ji Orhan Karaagar heta Nazim, Ferhat, Sayfettîn, Kemal, Ersîn, Çetîn, Yalçin û bi dehan şehîdên çapemeniyê yên ku nikarin navên wan bihejmêrin û heta peyhatiyên wan Ayfer, Nûjiyan, Xelîl, Denîz, Qedrî, Nagehan, Nazim, Cîhan, Ezîz û Egîd. Her yekê ji wan bi canê xwe ev bedel dan û her yekê ji wan nirxekî cuda ava kir û bûn rêber. Heke îro em qala Çapemeniyeke Azad a li ser piyan û serbilind bikin saya van şehîdan e. Vaye Apê Mûsa yê ku îro em wî li vir bi bîr tînin sembola şehîdên çapemeniyê ye. Dema dinivîsî wî her tim êş û xema Kurdan û zilma li wan dihate kirin vedigot. Dibe ku ji ber wî bi xwe jiya; bi awayekî kurt, zelal, têgihiştî û bi biryar vedigot. Di Qimilê de pirsgirêkên gel bi kurtasî anîbûn ziman. Dema digot ku ‘Çemê Firatê diherike Marmarayê’ bal dikişand ser rastiyekê. Car caran ev yek bi awayekî henekî vedigot û