Bijîşk: Em nikarin rê li ber enfeksiyona Huseyîn Aykol bigirin

Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ji wê rojê ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê tê...

1 deqe xwendin
Bijîşk: Em nikarin rê li ber enfeksiyona Huseyîn Aykol bigirin
Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ji wê rojê ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê tê dermankirin. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çûbû ser mêjiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Di dema dermankirinê de enfeksiyon girt û dermakirina wî didome.

Bijîşkan tekildarî rewşa dawî ya Huseyîn Aykol agahî dan û diyar ki ku ew nikarin rê li ber enfeksiyonê bigrin û di antîbiyotîkan de derbasî asta 4emîn bûne. Bijîşkan da zanîn ku ji bo ew rê li ber enfeksiyonê bigirin dê antîbiyotîkên nû bikar bînin.

Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol li beşa çavdêriya awarte didome.