'Biryar dê bandorê li aştiya civakî bike'

Dadgeheke Mûsilê, ji bo 4 ciwanên êzidî yên ji eşîra herî mezin a Şengalê Hebaba biryara cezayê darvekirinê dabû. Eşîra Ebaba têkildarî biryara darvekirina van 4 ciwanan li hev civiya.

1 deqe xwendin
'Biryar dê bandorê li aştiya civakî bike'

Dadgeheke Mûsilê, ji bo 4 ciwanên êzidî yên ji eşîra herî mezin a Şengalê Hebaba biryara cezayê darvekirinê dabû. Eşîra Ebaba têkildarî biryara darvekirina van 4 ciwanan li hev civiya. Gelek rûspiyên eşîreta Hebaba li gundê Şehabî yê dikeve başûrê Şengalê kom bûn.

Rûspiyên eşîrê, di civînê de diyar kir ku biryara darvekirina 4 ciwanên êzidî ne rast e û bertek nîşan da.

 Biryarên rûspiyên eşîrê yên di civînê de hatine girtin wiha ne:

- Madeya 4’emîn a Qanûna Bingehîn a Iraqê, sûcên terorê didarizîne. Ne rast e ku 4 ciwanên êzidî li gorî vê madeyê bên darizandin.

-Herî zêde êzidî rastî êrîşên terorê hatine. Ji ber vê tu dadgeh nikare di bin navê terorê de êzidiyan bidarizîne.

- Li tevahiya cîhanê,her kes dizane ku tu eleqeya êzidiyan bi pêkhatiyên terorîst re tune ye.

- Pêkanîna vê biryarê, wê bandoreke mezin li aştiya civakî, bi taybetî jî gelên ereb û êzidî bike.

- Her kes dizane ku di fermana 73’yan de gelek ereb beşdarî DAIŞ’ê bûn, jinên êzidî dîl girtin, malên êzidiyan talan kirin û êzidî qetil kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber van sedeman, divê dadgeha Mûsilê, ji nû ve vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike.

ŞENGAL