Li Cizîrê meşa ziman hat lidarxistin

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ku li navçeya Cizîrê di meşa 21ê Sibatê de axivî, got: "Zimanê me rûmeta me ye, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin."

1 deqe xwendin
Li Cizîrê meşa ziman hat lidarxistin

Li navçeya Cizîra Botan bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî meşek hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û bi hezaran kes tev li meşê bûn. Welatî bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn û di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi ziman re hate berzkirin. Girse li ber Birca Belek civiya û heta Medreseya Sor ango Medreseya Meleyê Cizîrê meşiya.

Piştî meşê Hevseroka CÛDÎ-DERê Evîn Kulja daxuyaniya hevpar xwend.

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir ku got "Zimanê me rûmeta me ye, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin" anî ziman ku ev roj li her kesî pîroz kir û wiha got: “Li cîhanê bi hezaran ziman hene, Tenê zimanê Kurdî tune tê hesibandin. Em dibêjin bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, ew dibêjin, na, wê dewletta me hilweşe. Ewqas şîzofren in, nahêlin ku dayikek li Meclîsê bi Kurdî biaxive. Zîhniyeta ku li Meclîsê Kurdî asteng dike, li Cizîrê jî li pêşiya me astengiyan derdixe. Ev rezalet jî rezaleta wan e. Ev der Kurdistan e, warê Meleteyê Cizîrê ye. Hûnê li vir Kurdî qedexe bikin û li Enqereyê jî bêjin em birayên hev in. Ev çawa biratî ye? Dirûst bin. Bila demildest dawî li astengî, zext û qedexeya li ser zimanê me were anîn. We çi kir û nekir lê we nikaribû vî zimanî tune bikin. Xelkê me dev ji zimanê xwe berneda.

Em ê li her derê parastina zimanê xwe bikin. Em ê her cihî û her malê bikin dibistanên kurdî. Ev berpirsiyariya me ya dîrokî ye. Em ê li benda dewletê nesekinin. Heta ku kurdî bibe xwedî statû û zimanê fermî wê têkoşîna me bidome. Em ê xewn û xeyalên xwe bi kurdî bibînin. Ev ziman zimanekî pîroz e û hebûn û rûmeta me ye. Sed sal in hûn negihîştin mexseda xwe. Hûn ê ji niha şûn ve jî negihîjin mexseda xwe. Zimanê me xewna me, siboroja me û xerca yekîtiya me ye. Zimanê rûmeta me ye.”

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.