Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi zimanê Elmanî hate wergerandin, ku Ersoz li Tirkiyeyê yekemîn berpirsyara weşana giştî ya rojnameyekê bû.

1 deqe xwendin
Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

Berhema bi navê “Min dilê xwe li çiyê neqişand” a navbera salên 1995-1997an hate nivîsandin, bi Elmanî bi sernavê "Gurbets Tagebuch -Ich habe mein Herz in die Berge graviert" hate weşandin.

Werger û notên pirtûkê ji aliyê Agnes Alvensleben û Anja Flach ve hatin amadekirin. Wêneyê bergê pirtûkê jî ji aliyê Sînan Hezer ve hate amadekirin. Pirtûk bi piştgiriya Newaya Jin ji aliyê Weşanên Meymanê ve hate weşandin.

Gûrbetellî Ersoz ku li rojnameya Ozgur Gundemê berpirsyara weşana giştî bû, ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hate girtin, êşkence lê hate kirin û piştre derket serê çiyayên Kurdistanê. Di rojnivîska navbera salên 1995-1997an de bîranîn, helbest û fikrên xwe yên li ser jiyanê nivîsî. Gûrbetellî Ersoz 8ê Cotmeha 1997an li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Pirtûka ku bi Elmanî hate weşandin wê 21ê Adarê li Frankfurtê di pîrozbahiya Newrozê de bigihêje ber destê xwendevanan. Pirtûk her wiha li ser malpera înternetê ya weşanxaneyê dikare bê peydakirin