Piştevaniya Zîn bîstanê bajêr ê jinan vekir
Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn a Agiriyê Bîstanê Bajêr ê Jinan vekir.

Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn a girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Şaredariya Agiriyê, li taxa Firatê Bîstanê Bajêr ê Jinan vekir. Bernameyê bi xebatên çandina şitlan dest pê kir. Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, endamên meclîsa şaredariyê, kedkarên şaredariyê û jinên taxa Firatê tevli vekirinê bûn. Jinan şitil çandin û seranserê havînê dê berhem kom bikin û parve bikin.


