Kesayetên navdar li Qahîreyê Navendeke Jineolojiyê vekirin

Kesayetên navdar li Qahîreyê, bi tevlêbûna ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û kesayetên giştî Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan vekirin.

1 deqe xwendin
Kesayetên navdar li Qahîreyê Navendeke Jineolojiyê vekirin

Gelek navdar û pêşeng ên Misirê û welatên ereb Navenda Jineolajiyê vekir. Di 17ê Hezîranê, li paytexta Misir Qahîreyê, di çalakiyeke akademîk û çandî ye girîng de Navenda Jineolojiyê ya ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê bi beşdarbûna komeke bijarte ji ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û kesayetên giştî ji Misir û hejmarek welatên Ereb ve hate vekirin. Beşdarbûna cihêreng ji Filistîn, Sûdan, Yemen, Sûriye û Iraqê karakterê cihêreng ê navendê nîşan da. Beşdaran destnîşan kirin ku pêdivî bi vê navendê heye. 

Hejmarek ji kesayetên navdar beşdarî vekirinê bûn. Di nav wan de Dr. Mona El-Hadîdî, Dekan Dr. Sozan El-Qalînî, Dr. Azza El-FathÎ, Profesor Amal Al-AXa, Seroka Yekîtiya Giştî ya Jinên Filistînî, Dr. û siyasetmedar Kerîma El-Hefnawî, rojnamevan û nivîskar Elhamî El-Melîgî, parêzer Dr. Salwa Absam, Profesor Mona Şemmax û Profesor Mona Neşat amade bûn. Hejmareke mezin ji lêkolîner, pisporên medyayê û kesên ku bi karûbarên rewşenbîrî û çandî ve mijûl dibin jî amade bûn.

Platformek ji bo lêkolîn diyalog û hilberîna zanînê

Rêvebera Cîbicîkar a Navendê Nûjîn Yusêf anî ziman ku damezrandina Navenda Jineolojiyê, ji bo saziyeke lêkolîn û rewşenbîrî ku tê de lêkolîna zanistî bi şêwirmendiyên pispor re pêşengtiyê dike. Ji bo girêdana pispor û lêkolîneran bi saziyên ku bi karûbarên çandî û pêşketinê re eleqedar in dixebite.” 

Nûjen Yûsef anî ziman ku qonaxa bê dê şahidiya destpêkirina bernameyên lêkolînê, înîsiyatîfên zanînê û hevkariyên zanistî û çandî bike û got “Dê rola Navendê hem li ser asta Misir û hem jî li ser asta Erebî zêde bike, wê bike qadeke vekirî ji bo diyalog, afirînerî û hilberîna zanînê.

Dr. Dîna Mohsên, seroka navendê, bilêv kir ku vekirina Navenda Jineolojiyê destpêka projeyek rewşenbîrî û zanistî temsîl dike ku dixwaze beşdarî hilberîna zanînê bibe, lêkolînên pispor amade bike, şêwirmendiyên bi kalîte bilind peyda bike û platformek ji bo diyalogê di navbera lêkolîner, pispor û saziyan de ava bike.

Dr. Dîna destnîşan kir ku beşdariya berfireh a kesayetên akademîk û rewşenbîr baweriya bi mîsyona navendê nîşan dide û pêwîstiya bi saziyek serbixwe ku li ser pirsgirêkên heyî nîqaş bike û têgihiştinên ku piştgirî didin pêşketin û avakirina hişmendiyê pêşkêş bike. Piştrast kir ku navend li ser baweriyeke xurt bi nirxên jiyana hevbeş, pirrengî û yekbûna mirovan hatiye damezrandin û hemû şêweyên dûrxistin, nijadperestî û îdeolojiyên demagojîk red dike. Ew ji bo pêşxistina çandeke diyalog û hevkariyê di navbera kesan, saziyan û gelan de dixebite û beşdarî aramî û pêşketina civakên Ereban dibe.

Dr. Dîna rave kir ku Qahîre ji ber rola wê ya dîrokî û çandî di herêmê de wekî cihê destpêkirina navendê hatiye hilbijartin. Çalakî û hevkariyên navendê dê bibin bo welatên cuda yên Ereb û Rojhilata Navîn berfirehtir bibin. Her wiha hevkariya rewşenbîrî û danûstandina pisporiyê di navbera saziyan û lêkolîneran de pêş bixin.

Di dawiyê de, seroka navendê spasiya xwe ji bo hemû beşdar, piştgir û hevkarên xwe pêşkêş kir û tekez kir ku baweriya mezin a ku navend ji damezrandina xwe ve bi dest xistiye, wekî teşwîqek ji bo berdewamiya xebata xwe û gihîştina armancên xwe xizmet dike.

Armancên navenda Jineolojiyê

Navenda Jineolojiyê ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê hewl dide ku piştgiriyê bide lêkolînên zanistî, lêkolîn û raporên pispor amade bike, konferans, semîner û bernameyên perwerdehiyê organîze bike, şêwirmendiyên zanistî û rewşenbîrî peyda bike, diyaloga çandî û rewşenbîrî pêş bixe, pirsgirêkên pêşkeftinê û hêzdarkirina jinan piştgirî bike û pirên hevkariyê di navbera welatên Ereb de ava bike.