Li Qahîreyê Navenda Jineolojiyê hat vekirin

Li paytexta Misirê Qahîreyê bi beşdarbûna kesayetiyên navdar, ji ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û kesayetên giştî Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan hat vekirin.

1 deqe xwendin
Li Qahîreyê Navenda Jineolojiyê hat vekirin

Li paytexta Misir Qahîreyê, di çalakiyeke akademîk û çandî ya girîng de Navenda Jineolojiyê ya ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê bi beşdarbûna komeke bijarte ji ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û kesayetên giştî ji Misir û hejmarek welatên Ereb ve hate vekirin.

Beşdarbûna cihêreng ji Filistîn, Sûdan, Yemen, Sûriye û Iraqê karakterê cihêreng ê navendê nîşan da. Her wiha teqezî bi pabendbûna wê ya ji bo avakirina qadeke zanînê ya hevpar ji bo lêkolîner û saziyên li herêmê kir.

Hejmarek ji kesayetên navdar beşdarî vekirinê bûn, di nav wan de Dr. Mona El-Hadîdî, Dekan Dr. Sozan El-Qalînî, Dr. Azza El-Fatihî, Profesor Amal Al-Axa, Seroka Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî, Dr. û siyasetmedar Kerîma El-Hefnawî, rojnamevan û nivîskar Elhamî El-Melîgî, parêzer Dr. Salwa Absam, Profesor Mona Şemmax û Profesor Mona Neşat. Hejmareke mezin ji lêkolîner, pisporên medyayê û kesên ku bi karûbarên rewşenbîrî û çandî ve mijûl dibin jî amade bûn.

Navenda Jineolojiyê ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê hewl dide ku piştgiriyê bide lêkolînên zanistî, lêkolîn û raporên pispor amade bike, konferans, semîner û bernameyên perwerdehiyê organîze bike, şêwirmendiyên zanistî û rewşenbîrî peyda bike, diyaloga çandî û rewşenbîrî pêş bixe, pirsgirêkên pêşkeftinê û hêzdarkirina jinan piştgirî bike û pirên hevkariyê di navbera welatên Ereb de ava bike.