Jinan li gelek bajaran piştgirî Ayşe Gokkan
Nûner û saziyên jinan li gelek navendan kom bûn û 19 sal û 6 meh cezayê ku Dadgeha Cezayê Giran a 9emîn a Amedê li Ayşe Gokkan birîye şermezar kirin.

Nûnerên saziyên jinan û rêveberên DAKAPê, li dijî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku Dadgeha Cezayê Giran a 9emîn a Amedê li berdevka berê ya TJA Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye birî daxuyanî dan. Jinan li Amed, Mêrdîn, Şirnex û Stenbolê çalakî pêk anîn.
Amed
Nûnerên DAKAPê li Edliya Amedê kom bûn û daxuyani dan. Hevseroka DBPê Ruçem Vefa Elyakut daxuyanî da. Ruçem Vefa Elyakut, cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir û got: “Cezakirina Ayşe Gokkan ku bi salan e ji bo mafên jinan têdikoşe, ne tenê wekî êrîşek li ser wê tê dîtin, di heman demê de wekî destwerdanek li têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê jî tê dîtin. Nayê qebûlkirin ku aktîvîstên jin ên ku mafê jiyanê yê jinan, daxwaza wan a hemwelatîbûna wekhev û têkoşîna wan a ji bo azadiyê diparêzin, bi rêya dadweriyê werin bêdengkirin. Biryarên bi vî rengî yên ku yekîtî û têkoşîna jinan hedef digirin, zirarê didin nirxên civaka demokratîk û mafên bingehîn ên wan."
Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata jî cezayê hat birîn şermezar kir û got, "Eger siyaseta demokratîk mudaxele neke û jin dengê xwe dernexin, wê demê em tundiyê qebûl nakin. Ji vê yekê, em dibînin ku avahiyên di nav dewletê de ku beşek ji vê pêvajoyê ne, bi awayekî yekgirtî û entegre tevnagerin. Ev nîşan dide ku nêzîkatî û helwestên cûda li hember pêvajoyê hene."
Daxuyanî bi diruşmeya "jin Jiyan azadî" bi dawî bû.
Şirnex
Li Şirnexê jî Tevgera Jinên Azad (TJA), li Klana Hunerê ya Cizîrê daxuyanî da. Gelek jin û rêxistinên civak asivîl tevli daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan xwend. Parlamenera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal di daxuyaniyê de axivî û got: “Ayşe Gokkan ji bo gelê xwe ji bo jinan gelek berxwe da. Li Nisêbînê li dijî dîwarên sînor bi rojan berxwe da. Niha girtiye. Ceza lê hatiye birÎn. Em dizanin ku ew ceza di şexsê wê de li hemû jinan hatiye birîn. Em jinên Şirnexê sekna wê silav dikin. Berxwedana wê berxwedaname ye. Bi cezayan nikarin berxwedana me rawestînin.
Stenbol
Aktîvîstên TJAyê li Beyoglu ya Stenbolê bi heman armancê daxuyanî da. Nûneran cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kirin û bê navber dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Bijî tekojîna jinan" berz kirin. Aktîvîsta TJA Dilek Başalan daxuyanî da û ceza şermezar kir.
Mêrdîn
Li Mêrdînê jî aktîvîstên TJAyê li Parka Karayolu ya Mêrdînê daxuyanî dan û ceza şermezar kirin. Nûnerên saziyên civakî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta "Li dijî tûndîya dewlata mêran jin jiyan azadî" vekirin. Li ser navê jinan aktîvîsta TJAyê Medine Aksoy daxuyanî da. Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin, jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindana" bi dawî bû.


