Çalakiya li Mexmûrê 1015 roj in didome
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 1015’an de didome.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt didome. Koma 197an çalakî dewir girt û di roja 1015an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 196an Bahadîn Şîn axivî.
Bang li cîhanê kir
Bahadîn Şîn di destpêkê de li ser armanca çalakiyê axivî û got: “Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û di şexsê azadiya Rêber Apo de azadkirina gelê kurd e. Em bangî tevahî cîhanê, gelê kurd yê çar beşên Kurdistanê û welatparêzan dikin ku xwedî li pêvajoya aştiyê û Rêber Apo derbikevin.”
‘Kurd rojên azadiyê dijîn’
Bahadîn şîn li ser hêza kurdan jî axivî û wiha bi dawî kir: “Kurd ne lewazin, kurd rojên azadiyê jiyan dikin û tu hêz û tu dewlet nikarin pêşiya Kurdan bigirin. Em bangî dewletên Ewrupa dikin ku di şerê DAÎŞ’ê de Kurdan bi fikra Rêber Apo û pêşengiya tevgera azadiyê gelê Ewrupa yê ji DAÎŞ’ê parast. Feqet dewletên Ewrupa yê û dewleta Emerîka yê pişta xwe dan gelê Kurd. Em bang gelê Kurd dikin ku bila pişta xwe nedin tu dewleta û yekitiya xwe xurt bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 197an û dirûşmeyan dawî bû.


