CASENE: Weşana hin dezgehan şerê navxweyî sor dike

Rêxistina CASENE der barê dûrketina hinek medyayên Kurdî ya ji rêgezên rojnamegeriyê hişyarî kir û got; “Ev cureyê weşana ku tê kirin dewamkirina gotara şerê navxweyî ye.”

1 deqe xwendin
CASENE: Weşana hin dezgehan şerê navxweyî sor dike

Rêxistina CASENE ya Azadiya Raman û Çapemeniyê li Kargeha Çandê ya Silêmaniyê, têkildarî dûrketina hinek medyayên Kurdî ji rêgezên rojnamgeriyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Serokê Rêxistina CASENE Şiwan Mihemed diyar kir ku di demekê de ku Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê di rewşek dijwar a şer re derbas dibin, CASENE ji axaftin û weşana hinek dezgehên medyayê pir fikar e û got: “Li şûna ku prensîbên xebata medyayê bişopînin, ew bêberpirsiyar nêz bûne û bûne platformek ji bo têkdana aştiya civakî. Reftara van kanalan ji bilî bikaranîna bûyerên siyasî ji bo berjewendiyên partî û armancên taybet tiştek din nîne.”

Şiwan Mihemed di dewamê de wiha got; “Ev cûrê nûçe û weşanê dirêjkirina gotinên gurkirina şerê navxweyî bi amrazên nû ye ku bandorên wê yên neyînî hîn jî li ser laşê Kurd xuya dibin.”

Serokê Rêxistina CASENE Şiwan Mihemed herî dawî bang kir ku bi berpirsyar nêz bibin û got: “Em bang li hemû kanalên ku bi vî rengî dixebitin dikin ku weşana xwe ya bi vî rengî rawestînin. Di berdêla vê de, CASENE dê neçar bimîne ku navên van kanalan ji navendên navnetewî û herêmî re biweşîne.”