CENCTOMê ragihand: Dorpêç sibeha Duşemê (îro) dest pê dike

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENCTOM) ragihand ku dorpêça li ser Tengava Hurmuzê sibeha (îro) Duşemê destpê dike.

1 deqe xwendin
CENCTOMê ragihand: Dorpêç sibeha Duşemê (îro) dest pê dike

CENTCOMê ragihand ku trafîka deryayî ya ku dikevin bendergehên Îranê û jê derdikevin wê hemû bêne dorpêçkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dorpêç wê 13ê Nîsanê roja Duşemê Bi Dema Rojhilat saet di 10:00 de destpê bike û Kendava Ereb û hemû bendergehên Îranê yên li Kendava Ûmmanê wê bikevin ber vê dorpêçê.

CENCTOMê diyar kir ku dorpêç wê bi rengekî "bê alî" ji bo hemû keştiyên hemû welatan derbas bibe û ji bilî keştiyên ji bendergehên Îranê wê dest li ti keştiyan neyê werdan ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.

Serokê DYEyê Donald Trump piştî ku hevdîtinên Îran û DYEyê yên li Pakistanê bê encam ma, plana dorpêçkirina rêya deryayî ya stratejîk xistibû rojevê.