Çeteyan hezar û 220 kes kuşt û 2 hezar kes revand
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hezar û 220 kes hatine kuştin.

Di êrişên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê dewleta tirk yên ji 6ê çileyê heta niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên de gelek binpêkirinên mafan rû dan. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi hezaran welatî hatine kuştin û bi sedan kes hatine binçavkirin.
Komên cîhadîst, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetirî hezar û 200 kes, li Reqayê 15 û li Kobanê jî 5 kes kuşt.
Di raporê de hat ragihandin ku pitikek ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku ji ber xaza îsotê biribûn Hesekê jiyana xwe ji dest daye. Herwiha hat destnîşankirin ku li herêma Cib el-Kube ya Helebê hêj cenazeyê zêdetirî 270 kesan nehatine definkirin. Cenazeyên hinek welatiyan bêyî agahdarkirina malbatên wan li goristanên Niqêrîn a Nû hatine definkirin.
Li gorî bîlançoyê, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî jin û zarokan zêdetirî 2 hezar kes hatine revandin, li Efrînê jî 3 ciwan û zarokek keç hatine revandin. Parêzerekî dema ji Til Hasî derbasî Helebê dibû hat revandin û piştî 3 rojan hat berdan. Herwiha hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de 3 xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatine revandin.
Li gorî bilançoya rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di meha çileyê de li Efrînê 4 jin hatin kuştin; kujerên wan hêj nehatine tespîtkirin. Li Tebqayê ciwanek hat kuştin, kesek dema ji Tebqayê derbasî Efrînê dibû û kesek jî dema ji Reqayê derket hatin kuştin.


