Çeteyan li Kobanê zarok jî di nav de 5 kes kuşt

Çeteyên dewleta tirk, HTŞ û DAIŞê li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî kirin. 5 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Çeteyan li Kobanê zarok jî di nav de 5 kes kuşt

Çeteyên HTŞ, dewleta tirk û DAIŞê ku li gel agirbestê jî ji doh bi şev ve êrişeke giran dibin ser gundên Kobanê, li gundê Xerab Hişkê komkujî kirin.

Di encama êrişên çeteyan de 5 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, navê birîndaran bi vî rengî ne: Şerîhan Hec Mehmûd (33), Fatme Hec Mehmûd (17), Mesûd Şêx Bozan (5), Nisrîn Mistefa (25), Mihemed Şêx Bizan.

Şervanên HSD û YPJê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişên çeteyan. Li gorî agahiyan li herêmê şer dewam dike.