Çeteyên HTŞê derdora Siwêdayê bombebaran kirin

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku çeteyên HTŞ’ê bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kir.

1 deqe xwendin
Çeteyên HTŞê derdora Siwêdayê bombebaran kirin

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyand ku çeteyên HTŞê îro bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kirin. Hêzên hikumetê ji deverên Til Hedîd, bajarê Menûsa û bajarokê Welga ve ew enî topbaran dikirin.

Fermandariyê da zanîn ku ev topbaran di çarçoveya metoda sûcên hikumeta demkî li dijî herêmê pêk tîne de tên.

Di dîmenan de xuya dibe ku şervanên Durzî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin.