CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî hevdîtina bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re, diyar kir ku ew mudaxaleya bi destê darazê rewa nabînin û got ku ew di wê baweriyê de ne ku CHP dikare vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta ku ji Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Cigirê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî berpirsyar Mehmet Rustu Tîryakî pêk dihatin, ji ber biryara ‘Betalkirina teqez’ li meclîsê serdana koma CHPê kirin. Tuncer Bakirhan û heyeta pê re li koma CHPê bi SeroKê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku ji peywîrê hatibû dûrxistin re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de Serokwekîle Koma CHPê Murat Emîr û Cigirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu cih girtin.
Piştî hevdîtinê heyeta DEM Partî û CHPê daxuyanî dan.
Di serî de Ozgur Ozel axivî û bi lêv kir ku meclîs niha ji navenda giştî ya CHPê re malîvaniyê dike û wiha axivî: “Em li vir kar û xebatên xwe jî didomînin. Me îro serdaneke pir bi nirx jî qebûl kir. DEM Partî ku piştî CHPê partiya herî zêde xwedî kursî li meclisê, serdana me kir. Em spasiya serdanê dikin.”
‘Em tu mudaxeleyeke derve rewa nabînin’
Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku hevdîtina wan bi erênî derbasbûyê û ev tişt anî ziman: “Bi biryara betalkirina teqez siyaseta Tirkiyeyê careke din di krîzê de ye. Dîmenên duh ên ku bi darê zorê polîs ketin hundirê navenda giştî ya CHPê şermeke mezin bû. Em vê êrîşê şermezar dikin û qebûl nakin. Her ku bê hiqûqî mezin bû cudakariya di nava civakê de jî zêde dibe. Divê em xwedî li demokrasiyê derbikevin. Sedema vê rewşê kêmbûna demokrasiyê ye. Xilasiya vê rewşe jî ew ê ku rejîm demokrat bibe û hiqûq pêk were. Li dinayayê geşedanên girîng diqewimin. Divê Tirkiye di vê pêvajoyê de enerjiya xwe ji bo krîzên siyasetê xerc neke û aştiya civakî mayinde bike. Rêya wê jî edalet û hiqûq e. Dema edalet û hiqûq nebe aştiya civakî jî bi awayekî bandor dibe. Em hêvî dikin CHP di vê pêvajoyê de hevpariya xwe biparêze û bi awayekî serkeftî di nav xwe de çareser bikin. Helwesta me şênber e. Partiyek divê ne bi destê darazê, bi destê xwe û vîna xwe diyar bike. Em tu mudaxaleyeke derve rewa nabînin. Em di wê baweriyê de ne ku CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike. Em careke din selametiyê dixwazin.”


