Çîgdem Dogû: Azadiya Rêber Apo dê rê li ber pêvajoyê vebike

Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogû der barê pêvajo û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: “Em nekirina hevdîtinan a mehekê wekî xetereyeke cidî dibînin. Divê em teqez agahiyê bigirin; em nizanin li wê derê çi diqewime. Em bawer dikin ku Rêber Apo di şert û mercên azad de be û statuya wî bê diyarkirin, dê rê li ber vê pêvajoyê vebike.”

1 deqe xwendin
Çîgdem Dogû: Azadiya Rêber Apo dê rê li ber pêvajoyê vebike

Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogû beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bûyerên komkujî û tundiya civakî yên li Tirkiye û Kurdistanê nirxand. Nirxandina Çîgdem Dogû bi vî rengî ye:

‘Herî dawî di 27ê Adarê de şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî, lê hê hevdîtineke din pêk nehatiye. Hûn li ser rewşa Rêber Apo çi dibêjin? Gelo tu geşedanek heye?

Di serî de 1ê Gulanê nêzîk dibe. 1ê Gulanê ji bo gelên cîhanê û ji bo têkoşîna sosyalîzmê ya cîhanê rojeke pir taybet e; dîrokeke taybet e. Ew weke Roja Karker û Kedkaran ketiye nav kevneşopiyê û weke rojeke çalakiyê em xwedî li wê derdikevin. Bi vê minasebetê, ez şehîdên 1ê Gulanê, şehîdên keda mezin û dîsa di 6ê Gulanê de hevalên me Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan; di 18ê Gulanê de heval Hakî Karer; dîsa hevalên ku di 18ê Gulanê de di zindanê de çalakiya fedaî ya komî pêk anîn, heval Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Mehmet Karasungur û Ozan Mizgîn bi bîr tînim. Di şexsê van şehîdên Gulanê de hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêz û minet bi bîr tînim.

Bêguman şehîdên me yên gulanê; ji bo nirxên têkoşîna yekbûyî û têkoşîna sosyalîst, hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn mîraseke pir mezin derxistin holê. Ji bo yekîtiya gelên kurd û tirk, ji bo daxwaza jiyana hevpar û têkoşîna bi hev re mîraseke mezin, yanî nirxekî mezin afirandin; di rastiyê de nirxên exlaqî ava kirin. Denîz Gezmiş dema diçûn ser sêdarê, bi gotinên xwe yên dawî jixwe ev yek anîn ziman. Di nefesa xwe ya dawî de qêrîna xweşk û biratiya gelên kurd û tirk, di bingeha xwe de bû naverok, xet û pîvanek ku rê da meşa têkoşîna PKKê jî.

Helbet me jî ji serî heta îro dema ku em behsa têkoşînê dikin, ev pîvan ji bo xwe kirin esas. Peyam û naveroka ku şehîdên me derxistine holê çi be, peywir û deynê me ye ku em li ser bingeha jiyandina wan û mezinkirina wan têbikoşin. Di şexsê şehîdên gulanê de ez dixwazim di serî de van diyar bikim. 

Bêguman Rêbertî beriya salek û nîv pêvajoyek da destpêkirin; ev yek wekî ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi nav kir. Di vê sal û nîvê de dema em ji eniya têkoşîna xwe lê dinêrin, di rastiyê de gavên pir girîng, stratejîk û dîrokî hatin avêtin. Rêber Apo çi stratejiyek danîbe, li gorî vê divê çi gavên taktîkî bên avêtin, pêvajo çi dixwaze; yanî ne tenê rojane, hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê konjonkturel ve rastiya Rojhilata Navîn, ji bo Tirkiye û gelê kurd di wateya tifaqa stratejîk de çi pêwîst be, ev hemû wekî perspektîfeke pir xurt danîn holê. Em jî wekî rêxistin me li ser vê bingehê ji xwe re kir esas; me ji serî ve got: Tiştê Rêber Apo dibêje, ji bo me ew e.

Lê belê em pêvajoyan bi nêrîna li paş xwe jî dinirxînin; di pêvajoya ku me li pey xwe hişt de çi qewimî? Dema em li nîqaşên ku tên meşandin dinêrin, em pir zelal dibînin ku nîqaş û gotin bi şêweyekî wisa tên pêşxistin ku encamê nagirin û di rastiyê de çareseriyê naafirînin. Mînak, herî dawî komîsyoneke Meclîsê hatibû avakirin û vê komîsyonê raporek amade kiribû. Di vê mijarê de rexne û kêmasî jî hebûn di encamê de, lê cara yekemîn têkildarî pirsgirêka kurd çarçoveyeke giştî ya ku hemû partî li ser hevdu girtin derketibû holê. Li gorî vê, diviyabû meha nîsanê êdî bigihîşta formekî qanûnî. Niha meha nîsanê diqede, îro 27ê mehê ye. Dema em lê dinêrin em dibînin ku tu gav nehatine avêtin, herwiha em dibînin ku nêzîkatiyeke ku vê pêvajoyê pir teknîk digire dest jî pêş ketiye. Ev nêzîkatiya teknîk, bi rastî dibe nêzîkatiya esasî ya ku pêvajoyê dixitimîne.

Her tim tê gotin ‘Bila pêşî ew çekan deynin, paşê em pêvajoya qanûnî pêş bixin.’ Ev, helbet ne gotina hişmendiyekê ye ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike; heger mirov nexwaze pirsgirêkê çareser bike, mirov wisa dibêje. Lê heger tê xwestin ku pirsgirêk bê çareserkirin, heger hişekî dewletê hebe, desthilat jî di vê mijarê de qanî bûbe û bixwaze di vî alî de bimeşe, wê demê şêwaz û rêbaza meşandina pêvajoyê cida ye. Heger em vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke stratejîk, yanî wekî ‘Pêvajoya Avakirina Komara Demokratîk’ digirin dest, helbet divê nêzîkatî cuda be.

Wekî mînak, me kongreya xwe çêkir. Kongreya feshê ne tenê kongreya feshkirina partiyekê bû; bi vê kongreyê re tevgera me biryardariya tevlibûna ‘Avakirina Komara Demokratîk’ û vê pêvajoyê nîşan da. Wateyeke wiha ya kongreya me ya feshê hebû. Bi vacekî pir teng tê gotin ‘Rêxistin bû û xwe fesh kir’; baş e li ser kîjan bingehê xwe fesh kir? Bi armanca tevlibûna pêvajoya ku dê li ser bingeha jiyana hevpar a gelên Tirkiye û kurd ava bibe, me xwe fesh kir. Dîsa bi pêşengiya Heval Besê merasîmeke şewitandina çekan hat lidarxistin. Ev, ne tiştekî wisa bû ku bi serêşiyekî teknîkî yan jî bi hişmendiyekî pûç bê nirxandin. Hevalên me çima çûn çek şewitandin? Ev peyama çi bû? Dema hûn lê dinêrin, ev jî di rastiyê de çalakiyek bû ku biryardariya me ya di wateya stratejîk de, yanî biryardariya me ya dawîanîna li têkoşîna çekdarî û tevlibûna Komara Demokratîk îfade dikir.

Tevî van hemû gavan jî, medyaya alîgir ev du roj in bi vê manşetê derdikeve: ‘Tevgera Azadiya Kurd guh nade Abdullah Ocalan, di navbera Qandîl û Îmraliyê de nakokî heye...’ Hûn der barê van manşetan de çi dibêjin?

Heger vîna çareserkirina pirsgirêkê hebe, ma mirov bi vî awayî nêzî mijarê dibe? Dema em li vê sal û nîvê dinêrin, Rêber Apo çi gotibe rêxistina me jixwe wisa nêzîk bûye û wê wisa jî nêzîk bibe. Di vê mijarê de tu pirsgirêk nîn in. Pirsgirêka esasî; nêzîkatiyeke wisa ye ku naxwaze pêvajoyê bibe pêş, pêvajoyê giran dike yan jî naxwaze pêş bixe. Binêrin, di vê pêvajoyê de gavên pir dîrokî hatin avêtin; ev ne gavên asayî bûn. Wekî mînak, kîjan hêza din dikaribû PKKê fesh bike? Heger bi rastî bi awayekî saxlem bê fikirîn, ev tiştekî pir girîng bû. Gerîla, bi komeke hevalan a ji 30 kesan merasîma şewitandina çekan pêk anî. Ji bilî Rêber Apo kîjan hêza dikaribû vê bide kirin?

Ji niha û pê ve jî, dê kî me qanî bike? Di xala meşîna pêvajoyê de hêza ku em bi esasî guh didinê û li gorî wê tevdigerin, helbet Rêber Apo ye. Bi taybetî nirxandinên Musteşarê MÎTê yên bi şêwazê ‘Qandîl guh nade Ocalan’ çêbûne; ev di pênaseya herî sivik de nêzîkatiyeke ne rast e. Pirsgirêk ne guhdana me ya ji bo Rêber Apo ye; mijar ne ev e. Her kes dibîne ku em guh didin wî; di serî de dewlet û MÎT vê yekê pir baş dizanin.

Nexwe, çima wisa tê gotin? Dema Meclîs tu gavan navêje, dema dewlet û desthilat pêvajoyê giran dikin, gotinên wisa tên pêşxistin. Li herêmê geşedanên cidî hene; demekê Sûriye, niha Îran... Nayê zanîn ku dê sibê çi bibe. Gelo dema em hewl didin pirsgirêkeke wisa dîrokî çareser bikin, dê dewlet her tim bi nêrîna li geşedanên Rojhilata Navîn ên li dora me biryarên xwe bide? Ev nêzîkatiyeke pir şaş e. Komara Tirkiyeyê dixwaze di sedsala 21ê de pozîsyonekê bigire, armanc û hedefên wê yên diyar hene; lê belê bi pirsgirêkeke kurd a neçareserkirî re dê çawa gavan bavêje, dê çawa biçe pêş?

Heger hişekî ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike hebe, divê nêzîkatî jî li gorî wê bên diyarkirin. Çarçoveyeke stratejîk hatibû danîn; ji bo çûna sedsala 21ê têkildarî pêwendiya tirk û kurdan konseptek hatibû diyarkirin. Ev ne tiştên veşartî ne. Lê di vê rêyê de dema mirov dimeşe dê statuya Rêber Apo çi bibe? Dê statuya gelê kurd çi bibe? Heger çareserî bê pêşxistin, dê pozîsyona gerîla çi bibe? Dema ev hemû ne diyar bin, mirov tu gavan navêje û bibêje ‘Bila gerîla were, çekan deyne, ev yek bi yek bên piştrastkirin’, ev ji bilî xitimandina kar û bêçareseriyê tu wateyê nade. Divê bi teqezî dest ji vê nêzîkatiyê bê berdan.

Bi taybetî ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê, lîdertî û pozîsyona polîtîk a Rêber Apo krîtîk e. Ew bixwe Rêberê Gelê Kurd e, ne kesekî asayî ye. Hinek dibêjin ‘statuya kesekî’; na, ev statu statuya gelekî îfade dike ku 200 sal in hatiye înkar û tunekirin. Ew di pozîsyona rêberê serhildaneke ku 50 salî derbas kiriye de ye. Dema mirov hewl dide vê serhildanê bigihîne çareseriyê, dê pozîsyon, statu û rewşa lîderê serhildanê çi bibe? Rêber Apo dê çawa tevli vê pêvajoyê bibe? Ev hemû ne diyar in û ser de jî mehek e tu hevdîtin nayên kirin. Di van şert û mercan de ne pêkan e ku pêvajo biçe pêş.

Her tim behsa ‘entegrebûnê’ dikin; jixwe dîtina meseleyê tenê wekî ‘entegrekirinê’ bi serê xwe pirsgirêkek e. Heger bi vê vacê berdewam bike, dibetiya ku pêvajo ber bi aliyekî kanserî û bêçareserî ve biçe heye. Helbet tu kes naxwaze pêvajo biçe cihekî neyênî; em naxwazin, Rêber Apo jî naxwaze. Wî bixwe ji bo vê pêvajoyê kedeke pir mezin da. Lê ji bo çareseriyê divê gavên berbiçav bên avêtin û divê Rêber Apo vê yekê bibîne. Divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe û xwedî şert û mercên xebatê yên azad be. Divê em bibînin ku Rêber Apo rê dide pêvajoyê da ku pêvajo bi gavên hevdu xwedî dikin biçe pêş.

Ev ne bazarî ne; ev gavên ku hevdu xwedî dikin, koordîne ne û di heman demê de ne. Gotina ‘pêşî bila ev bibe, paşê bila ew bibe’ gotina bêçareseriyê ye. Ya rast; nêzîkatiyeke wekhevîxwaz, dadmend û li ser bingehê muzakereyê ye ku her du alî hevdu xwedî bikin. Nêzîkatiya me ev e. Afirandina şert û mercên ku Rêber Apo bi her şêweyî bikaribe mudaxileyî pêvajoyê bike, girîngiyeke jiyanî ye. Em nekirina hevdîtinan a mehekê wekî xetereyeke cidî dibînin. Divê em teqez agahiyê bigirin; em nizanin li wê derê çi diqewime. Em bawer dikin ku Rêber Apo di şert û mercên azad de be û statuya wî bê diyarkirin, dê rê li ber vê pêvajoyê vebike.