Çîgdem Kiliçgun Uçar: Îro em rojbûna xwe tevan pîroz dikin
Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Mihrîcana Rojên Amarayê de got: “Gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan behtir li qadan e. Ev roja ku em pîroz dikin rojbûna me tevan e.”

Mihrîcana Rojên Amarayê ya bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê bi konseran didome. Bi hezaran kes tev li şahiyê bûne û coşeke mezin heye. Di mihrîcanê de atolyeya zarokan, tûrûnvaya futbol û voleybolê jî hatin li darxistin. Piştî bernameyan axaftin hatin kirin. Ewilî Dayika Aştiyê Afîfe Kartal axivî û anî ziman ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd e û got: “Sala bê divê em rojbûnê bi Serokê xwe re pîroz bikin. Em dixwazin bi awayekî azad di nav me de be. Rojbûna Serokatî bi tevahî şervanan, girtiyên azadiyê, dayikên şehîdan û dayikên girtiyên azadiyê pîroz be. Bê Serok jiyan nabe. Bê Serok jiyan nabe. Heta xwîn di laşe me de hebe em ê li pêy Serok Apo û şervanên xwe bin.”
Hevserokên Federasyonên MED-TUHAD-FEDê Kerem Can Polat û Pinar Sakik Tekîn jî girse silav kirin. Kerem Canpolat rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û got: “Ev roj ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest rojeke zayînê ye. Birêz Ocalan ji bo hemû gelên bindest ji vî şerî biparêze ev pêvajo da destpêkirin. Em hevî dikin ew pêvajo jî bigihêje encamê û dewlet jî li gor wê gav bavêje. Li vir em azadiya fizikî ya birêz Ocalan dixwazin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
‘Em rojbûna xwe hemûyan pîroz dikin’
Piştre Hevseroka Giştî ya DPBê Çîgdem Kiliçgun Uçar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel pîroz kir û got: “Em spasiya xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dixwazin. Ev têkoşîn weke şînbûna dareke hişk a li çolekê ye. Heviya kesî tunebû. Silav ji kesên ew têkoşîn ava kirinê re. Kurdan di Newrozê de yekîtiya xwe nîşan dan. Gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dê behtir li qadan be. Em îro zayina xwe pîroz dikin. Rojbûna me hemûyan pîroz be.”
Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ma jî axivî û anî ziman ku Rojbûna Rêberê Gelê Kurd ne rojbûna şexsekî ye û rojbûna neteweyekî ye.”
Girsê bênavber dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. Piştî axaftinan bername bi stranan berdewam kir.


