Cîgira Hevseroka Giştî yê ESPê Sezîn Uçar hate girtin

Cîgiria Hevserokê Giştî yê ESPê Sezîn Uçar bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

1 deqe xwendin
Cîgira Hevseroka Giştî yê ESPê Sezîn Uçar hate girtin

Cîgira Hevseroka Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sezîn Uçar di 13yê Nîsanê de dema ji derveyî welat vedigeriya li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin û piştî îfadeya li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê, birin Edliyeya Stenbolê.

Sezîn uçar, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê Sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin.

Dadgeriyê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” der heqê Sezîn Uçar da biryara girtinê da.