Çîroka Wezîrê Nadirî
Di şîrovekirina deqên wêjeyî de nirxandina di ser nivîskêr re rêbazeke kevn e bes hê jî derbasdar e. Jiyana nivîskêr, tecrube û helwestên wê/wî ji bo şîroveyên me dibin pîvan.

Di şîrovekirina deqên wêjeyî de nirxandina di ser nivîskêr re rêbazeke kevn e bes hê jî derbasdar e. Jiyana nivîskêr, tecrube û helwestên wê/wî ji bo şîroveyên me dibin pîvan. Lê mesafeya navbera berhemên wêjeyî û nivîskarên wan jî divê neyên jibîrkirin, an ku nivîskar û berhem teqez ne yek û heman tişt in. Rexnegirên wêjeyî timî dijwariya têkildarkirina metnê û nivîskarên wan anîne ziman. Lewre xwendina metna edebî ya li ser nivîskêrên wan di sedsala dawî de cihê xwe ji xwendina navend-metnî û navend-xwînerî re hişt. Dîsa jî nivîskar hê jî faktoreke referans e ji bo nirxandina berhemê. Têkiliya nivîskêr û berhemê bi tercîha cureya edebî, bi şêwaza nivîsînê, bi ton û hewaya berhemê û bi helwesta nîvîskêr xwe dide nîşan. Kesayet, jiyan û ezmûnên nivîskêr tev li ser tercîha wê/wî ya cureya wêjeyî, li ser şêweya nivîsînê û li ser mijarên ku tercîh dike tên nîqaşkirin.
Dema min der barê jiyana Wezîrê Nadirî de hin tişt xwendin û pirtûka wî ya bi navê Nûbar nirxand, ez dîsa li ser têkiliyajiyana nivîskar a bi tercîhên wî yên wêjeyî re mijûl bûm. Em bi çend gotinên der barê Wezîrê Nadirî de behsê vekin. Nadirî di temenekî biçûk de sêwî dimîne û di nav kuştin û qirkirinên salên 1916’an de ji gundê xwe yê qeraxa gola Wanê koç dike û berê xwe dide (Qafqaz) Kavkazê. Wezîr perwerdehiya li ser ziman û edebiyatê, bi taybetî jî edebiyata farsî dibîne. Dibe serokê beşa îranî ya rêxistina îstixbarata Sovyetê û têkiliyên dîplomatîk li gel Qazî Mihemed û rêvebirên Komara Kurdistanê çêdike. Heta tê gotin ku Wezîrê Nadirî pîlaneke sûîqastê ya li dijî Stalîn aşkera dike û bi saya wî Stalîn ji kuştinê rizgar dibe. Di mirina Nadir de jî hin angaştên cuda hene. Li gor agahiya fermî di sala 1946’an de di qezayeke trafîkê de dimire. Lê li gor agahiyên ku Eskerê Boyik ji kesên wek P. Mihoyî û Kînyazê Îbrahîm radigihîne, Wezîrê Nadirî piştî hilweşîna Komara Kurdistanê bi awayekî nepen tê kuştin. Her wekî tê zanîn Wezîrê Nadirî li heyama şerê duyem ê cîhanê bi ser navê rêxistina îstixbarata S


