Civîna Amerîka û Îranê ya li Cenevreyê dest pê kir
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê hevditinên tura duyemîn ya Amerika û Îranê yên nerasterast li Cenevreyê li Sefaretxaneya Ummanê dest pê kir.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê hate eşkerekirin ku di hevdîtinên li Cenevreyê de heyeta Îranê di pêşengiya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi de beşdar dibe. Nûnerên Amerîkayê jî Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Nûnerê Taybet yê Rojhilat Navîn Steve Witkoff û Zavayê Donald Trump Jarad Kuşhner temsîl dikin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku ew ê nerastarast beşdarî vê civînê bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Badr bin Hamad el Busaidi civînê kordîne dike. Di çarçoveya hevdîtinan de Nûnere Amerîkayê Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Arakçî cuda cuda bi Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Busaidi re hatin gel hev.
Televîzyona Dewleta Îranê diyar kir ku Arakçî di hevdîtina bi Busaidi re diyar kiriye ku divê Amerîka ambargoyên li ser Îranê rake û nêrînên Îranê yên derbarê bernameya nukleerê aniye ziman.
Hat gotin ku derbarê nêrînên Amerîkayê de hê agahî nehatine eşkerekirin.


