Civîna di navbera DEM Partî û CHPê de dest pê kir

Civîna di navbera hevserokên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û serokê CHPê Ozgur Ozel de dest pê kir.

1 deqe xwendin
Civîna di navbera DEM Partî û CHPê de dest pê kir

Civîna di navbera hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û serokê CHPê Ozgur Ozel de dest pê kir. Civîn li avahiya DEM Partiyê li Balgatê pêk tê. Cîgirê hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî û endama Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) Elîf Bûlût li ber deriyê civînê pêşwaziya Ozel û şandeya wî kirin.

Rojeva sereke ya civînê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Tê payîn ku banga CHPê ya ji bo hilbijartinên pêşwext jî were nîqaşkirin.

Piştî civînê tê payîn ku daxuyaniyek hevbeş were dayîn.