Ciwan li taxên Wanê ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan ciwan li taxên Xaçort û Koyîçî yên Wanê kom bûn û li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞê yên li ser Rojava meşiyan û dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” û “Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan” berz kirin.

Li taxa Xaçortê ya navçeyên navendî ya Wanê û taxa Koyîcî ya navçeya Edremîtê bi sedan ciwan kom bûn û ji bo piştgiriyê bidin Rojava meşiyan. Ciwanan di meşê de êrîşên HTŞ û DAIŞê yên li ser Rojava şermezar kirin û piştgiriya xwe dan gelê Rojava. Di meşê de jin, zarok û mezin jî amade bûn û piştgirî dan çalakiyê. Çalakgerên ku li hev kom bûn û meşiyan, bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" û “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin.


