Ciwanên DEM Partiyê Alî Haydar Kaytan bi bîr anîn

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li Wanê pêşengê PKKê Alî Haydar Kaytan li avahiya DEM Partiyê bi bernameyeke bi bîr anî.

1 deqe xwendin
Ciwanên DEM Partiyê Alî Haydar Kaytan bi bîr anîn

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, kadroyê pêşeng ê PKKê Alî Haydar Kaytan li avahiya partiyê ya bajêr bi bernameyeke girseyî bi bîr anî. Nûnerên saziyên sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek ciwan tevlî bernameyê bûn. Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de Sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyoneke ku behsa jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan dike hate nîşandan. Di berdewamiya bernameyê de helbest hatin xwendin û bîranîn bi berzkirina durûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.