Dadgehê ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ Çaglar Demîrel ceza kir

Dadgehê ji ber gotina “Birêz Ocalan” 3 meh cezayê girtîgehê li Aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel birî. Dadgeha îstîfanê jî ev ceza pejirand.

1 deqe xwendin
Dadgehê ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ Çaglar Demîrel ceza kir

Parlamentera HDPyî ya berê û aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel bi hinceta ku sala 2016an di axaftineke xwe de gotibû "Birêz Ocalan" 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê jî ceza "li gorî hiqûqê" dît û ceza erê kir. Çaglar Demîrel dema wekîla HDPê bû li ser Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin kiribû. Dozgeriyê ji ber axaftina wê fezleke amade kiribû. Di sala 2022an de li ser fezlekeyan doz lê hatibû vekirin. Di 2025an jî biryara cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Girtîgeha herêmî 3 meh ceza dabû Çaglar Demîrel. Dadgeha jorîn ev ceza erê kir. 

Gotina "Birêz Ocalan" a ku Çaglar Demîrel di axaftina xwe de gotibû weke "pesnê sûc û sûcdariyê daye" hate pênasekirin û li Dadgeha Cezaya Asliye ya 27'emîn a Antalyayê hate darizandin. Çaglar Demîrel ku di darizandinê de parastina xwe kir, anî ziman ku axaftina wê ji bo balkişandina li ser aştî û diyalogê bû, lewma sûc nebû.

Heyeta Dadgehê îdîa kir ku hem axaftin hem jî gotinên hatin bilêvkirin sûc e û 3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel birî.

Parêzeran sala par piştî biryara dadgeha herêmî îtiraza biryarê kirin û serî li Dadgeha Îstînafê dabûn. Vê dadgeha jorîn beriya çend rojan bersiv da serlêdanê û biryara cezakirinê ya Dadgeha Cezayê Giran a Herêma Antalyayê li gorî hiqûqê dît û erê kir.

Piştî erêkirinê dosya wê bikeve rojeva Dadgeha Bilind.