Dadgehê li Wanê 5 ciwan girtin

Dadgeha Wanê ji 16 ciwanên ku polîsan 3 roj berê li Wanê ew binçav kiribûn, 5 ji wan girtin û şandin girtîgehê.

1 deqe xwendin
Dadgehê li Wanê 5 ciwan girtin

Polîsan 3 roj berê li Wanê, 16 ciwan binçav kirin. Polisan piştî îfadeyê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" ciwan sewqî edliyeyê kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, yek jê zarok 5 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 5 kes girtin û şandin girtîgehê. Dadgehê 11 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

 .