Dadgehê welatî şiband endamê PKKê û şand girtîgehê
Dadgeha Şirnexê li Cizîrê welatiyê bi navê Bûrhan Gasir bi îdiaya ku dişibe endamekî PKKê girt û şand girtîgehê.

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê biryareke pir balkêş da. Dadgehê welatî Burhan Gasir ku ew şiband “endamekî PKKê” girt û şand girtîgeha Şirnexê.
Li gorî nûçeya Nedîm Oruç a Ajansa Welat (AW), li taxa Banêxanê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê roja 16ê Hezîranê polîsan bi ser mala Bûrhan Gasir de girt û Bûrhan Gasir (41) binçav kirin. Bûrhan Gasir ê ku 3 rojan di binçavan de ma piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê bi hinceta ku Bûrhan Gasir dişibe endamekî PKKê bi daxwaza girtina sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê jî di 19ê Hezîranê de bi heman îdiayê derbarê Gasir de biryara girtinê da. Bûrhan Gasir piştre birin Girtîgeha Tîpa Tyê ya Şirnexê û hate zanîn ku biryara nepeniyê ango veşarî li ser dosyeya Gasir heye. Hate diyarkirin ku Bûrhan Gasir bavê 6 zarokan e û 21 sal in weke şofêr diçe Başûrê Kurdistanê û tê.


