Dadger li Amedê 3 kes şandin girtîgehê
Dadger li Amedê 3 kes bi hinceta êrişên li ser Rojavayê şermezar kirine girt û şandin girtîgehê.

Polîsan li Amedê di 23ê Çile de 19 kes bi hinceta êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan şermezar kirine, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine binçavkirin. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan 10 kes serbest hatin berdan û 9 kes jî sewqî Edliyaya Amedê kirin.. Piştî îfadeya li dozgeriyê 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 6 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Şandeya dadgehê jî 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û der barê Amed Eflatun, Azat Akkalu û Mehmet Salih Karacadag de biryara girtinê da û we şandin girtîgehê.


