Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser şandeya Swîsreyê qebûl kir
Şandeya Swîsreyê ya payebilind ji bo pêşkêşkirina alîkariyan, şopandina rewşa siyasî û mirovî, belgekirina binpêkirinan, amadekirina dosyayên mirovî û pêşkêşkirina wan ji aliyên eleqedar re serdana Rojava kir.

Şandeyeke Swîsreyê ya ji 13 kesan ku di nav de endama Partiya Basta ya Meclîsa Mezin a Basel-Stadtê Franziska Stier, Alîkarê Serokê JUSO ya Swîsreyê (Sosyalîstên Ciwan) Julien Berthod, Endamê Meclîsa Şaredariya Zurîchê ya Partiya Keskan Yves Henz, lêkolînerê doktorayê û aktîvîstê Zanîngeha Baselê Moritz Alexander Haegi, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Cyrill Hermann û hunermend hene, serdana Rojava kir.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Kiêt, cîgira Daîreyê Gulistan Elî, nûnerê Rêveberiya Xweser a Şamê Dr. Ebdulkerîm Omer û berpirsê beşa mirovî ya Daîreyê Xalid Îbrahîm şandeya Swîsreyê pêşwazî kir.
Di civînê de Kitê bixêrhatina şandeyê kir, rewşa siyasî ya li Sûriyeyê ya piştî ketina rejîma Baas, lihevkirinên di navbera hikumeta demkî û HSD de û astengiyên li hember lihevkirinan şîrove kirin.
Franziska Ster li ser navê şandeya Swîsreyê spasiya endamên daîreyê kir û diyar kir ku ev serdan di çarçoveya piştevaniya Rojava, şopandina wê ji nêz ve, belgekirina binpêkirinan û amadekirina dosyayan der barê rewşa mirovî û binpêkirina ji bo pêşkêşkirina ji aliyên eleqedar re pêk tê.


