Dayik Emîne nîşaneya hêz û wêrekiyê ye

Emîne Şenyaşar, bê tirs li hemberî zilmê têdikoşe. Ji kujer û hevkarên wan hesabê komkujiya zarokên xwe dipirse.

1 deqe xwendin
Dayik Emîne nîşaneya hêz û wêrekiyê ye

Emîne Şenyaşar, bê tirs li hemberî zilmê têdikoşe. Ji kujer û hevkarên wan hesabê komkujiya zarokên xwe dipirse. Wer xuya ye ku malbata Şenyaşar heyanî encamê wernegirê, dê çalakiya xwe ya edaletê bidomîne. Edalet nayê xwestin, hesap tê pirsîn. Dayik Emîne vê gavê li hemberî nokerî, paşverûtiyê, çîna serdest a li kêleka desthilatdariyê bi cih bûye, serî rakiriye û berxwedaniyeke mezin raber dike. Çîna serdest a kurd, her ku pişta xwe dide dewlet-desthilatdariyê di serî de li axparêz, azadîxwaz, muxalif û kurdperweriyê dixe. Ev birîna kurdan a navxweyî ku gelekî xedar e û bi hêsanî nayê kewandin, heyanî îro nehatiye dermankirin. Di dîroka Kurdistanê de, bi hezaran mînakên weke dayik Emîne hene.

Mêrê paşverû yê qaşo serweriya xwe li civakê ferz dike, lê xulamê desthilatdariyê ye, bi her awayî koleyê dewlet-deshilatdariyê li ba çîna serdest a kurd pîroz tê dîtin. Ji bo ku rind bikaribe ji deshilatdariyê re xulamiyê bike, bi her awayî xizmet dike û serî ditewîne. Lê li hemberî civaka ku jê ye êrîşkar, kujer û bê hed tevdigere. Mêrê paşverû-noker ji desthilatdarî û dîktatoran gelekî xetertir e. Ji ber ku wê li ku çi bike û çi bêje ne diyar e. Nanê wî li ser kaba wî ye! Ji bo wî ya esas berjewendiyên şexsî û malbatî ne. Ev helwesta paşverû bûye sedem ku civaka kurd parçe bibe û nebe yek. Çanda mêrê noker-serwer, çanda serî tewandinê, tirsonekî, xwe xapandin, ji esil û rasiya xwe rev, xiyanetparêz û berjewendiyên şexsî esas digire.

Ev berhemê çîna serdest ku ji dîrokê heya niha xwe bi gewde kiriye; îro bûye bela serê gelê kurd û têkoşîna şoreşgerî. Ev li pêşiya şoreşa Kurdistanê kelemekî mezin e. Kar û xebatên vê çîna serdest a kurd, fitne bixe nav civakê û minafiqiya nirxên gelê xwe bike. Ev yek heyanî neyartî û kuştinê jî diçe.

Emîne Şenyaşar, li dijî çîna serdest û desthilatdariyê di nav têkoşîna edalet û rumetê bi wêrekî li ber xwe dide. Dayik Emîne, qet natirse, bi dengekî bilind diponijê û çi ji dilê wê tê wê bi lêv dike.Êşa xwe daniye hêlekê, bi hêza xwe têdikoşe û ji kujerên zarokên xwe hesap dipirse. Ji ber ku dilê wê diêşe, qahir, keder û hêrsa wê dihêle ku ew bi hêz bibe. Êşa wê gelek mezin e, ji ber wê têkoşîn û berxwedana wê jî wisa çendî mezin e. Dayik Emîne, jinek bi hêz û gelekî bi xîret e. Sekna wê, berxwedan û têkoşîna wê mînak e. Ev sekna wê nokeran dixe nav tirs û xofê. Bi gotina Emîne Şenyaşar a dibêje; ‘ez edaletê dixwazim’ di esasê xwe de dibêje ‘ez ji kujerên zarokên xwe hesad dipirsim’.

Her ku li dîmênê dayik Emîne dinêrim her bi tenê ye. Tu kesek li ba wê nîn e; bi tena serê xwe li hemberî zilma serdemê disekine. Li ber qesra zilmê, di çalakiya hesapirsînê de bi tena serê xwe ye. Emîne Şenyaşar, bi hêrs û ruhê dayika tolhildêr heroj wê kelha zilmê ya ku li ber rûniştî ye bi ser zaliman de dihilweşîne. Hêvî û baweriya xwe bi xwe heye. Israra wê ya di çalakiya hesabpirsînê de, ji bo tevahiya dayikan dibe çavkaniya têkoşînê. Ev dibe sedem ku serdest ji sekna dayik Emîne pakî û