Li Hezexê hevdîtin ji bo 8ê Adarê tên kirin

Li Hezexê TJAyê di çarçoveya 8ê Adarê de hevdîtin pêk anîn û gelek jin tevli hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku wê têkoşîn bidome.

1 deqe xwendin
Li Hezexê hevdîtin ji bo 8ê Adarê tên kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Hezex a Şirnexê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li taxa Yenî pêk hat û gelek jin tevli bûn.

Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal kut evli  hevdîtinê bû da zanîn ku ji bo azadiya jinê têkoşîna tê dayÎn wek mîrate digirin û got: “Em jinên kurd bi sedsalane têdikoşin. Em hem ji bo azadiya gelê xwe hem ji bo azadiya xwe têdikoşin. Jina kurd bedela ku daye bizanibe, xwedî li ked û tekoşîna xwe derkeve wê  civak jî azad bibe.”

Aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan jî axivî û diyar kir ku ew wek tevgera jinên kurd têkoşîna we bi rojekê an jî hefteyekê sînor nakin û got: “Em bi salane têkoşîna xwe dimeşinin û mezin dikin. Li ser jinan tundiyeke mezin heye.  Jin tên qetilkirin. Ji ber vê em têdikoşin. Em bedelên mezin didin. Niha bi hezaran jin girtîne. Bi hezaran ji bo jiyanek azad xwe fedakirin û jiyana xwe ji dest dan.”

Hevdîtin bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.