MKG: Rojnamegerên jin ên girtî berdin

MKGê bi munaseba 3yê Gulanê xwest rojnamegerên jin ên girtî berdin û got: "Divê zext û zordariya li ser jinên rojnameger bi dawî bibe û astengiyan rakin.”

1 deqe xwendin
MKG: Rojnamegerên jin ên girtî berdin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li komeleya xwe daxuyaniyek da. Gelek rojnameger tevli daxuyaniyê bûn. Seroka MKGê Roza Metîna bi kurdî endama MKGê Arjîn Dîlek Oncel jî bi tirkî daxuyanî xwend. 

Roza Metîna diyar kir ku di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de rojnameger ku li pey rastiyê ne bi zext, sansûr û tundiyê re rû bi rû dimînin û got: “Azadiya çapemeniyê ne tenê ji bo rojnamevanan, lê di heman demê de ji bo mafê civakê yê gihîştina rastiyê jî garantî ye. Lêbelê, îro, ev maf bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, nemaze ji bo rojnamevanan.” 

Roza Metîna anî ziman ku rojnamevan hem ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û hem jî ji ber zextên piralî yên ku ji ber newekheviya zayendî çêdibin, dibin hedef û wiha berdewam kir: “Binçavkirin, girtin, zexta dadwerî, tundiya dîjîtal û astengiyên ku di qadê de têne dîtin bûne beşek ji polîtîkayên bêdengkirina rojnamegeriyê. Destdirêjî û gefên devkî yên li dijî Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS'ê û seroka şaxa Wanê ya komeleya me, Oznur Deger a ji hêla mêrekî ve ya di dema li Wanê hevpeyvînên kolanan dikir, mînakek heyî ya tundiya ku rojnamegerên jin di qadê de pê re rû bi rû dimînin e. Bi heman awayî, cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" li rojnamevan Hamdiye Çîftçî Oksuz hatiye birîn, yek ji nîşaneyên berbiçav ên krîmînalîzekirina rojnamegeriyê ya bi rêya pergala dadwerî ye.” 

Roza Metîna anî ziman ku têkoşîna ji bo dîtina rastiyê di heman demê de têkoşînek li dijî ziman û pergala medyayê ya ku ji hêla mêran ve serdest e û wiha lê zêde kir: “Rojnamevan ne tenê nûçeyan çêdikin; ew di heman demê de nêzîkatiyek rojnamegeriyê ava dikin û ev tundiya mêran aşkera dike. Rojnamegerî ne sûc e. Divê zext û zordariya li ser jinên rojnameger bi dawî bibe û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û çapemeniyê werin rakirin. Divê rojnamegerên girtî tavilê werin berdan û şert û mercên xebatê yên ewle û azad ji rojnamegeran re werin pêdekirin. Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li pişt rastiyê, têkoşîna azadiya jinan û rojnamegeriya serbixwe bimînin.” 

 Roza Metîna herî dawî diyar kir ku dê li dû her gotina ku tê xwestin were bêdengkirin, her rastiya ku tê xwestin were tepeserkirin, bisekinin û her bişopînin û got: “Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye."