‘Qebûlkirina YPJê dê bibe serkeftina hemû jinan'

Endama Kordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Omer der barê kampanya ji bo YPJê de axivî û got: “Qebûlkirina YPJê ya di nava artêşa Sûrî de dê ji bo hemû jinên cîhanê bibe destkeftî û serkeftineke gelek mezin.”

1 deqe xwendin
‘Qebûlkirina YPJê dê bibe serkeftina hemû jinan'

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava di 26ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û daxwaza beşdariya wê di sazûmeniya wezareta parastinê da destpêkirin. Deklerasyona kampanyayê li Staduyma Şehîdên 12ê Adarê ya Qamişloyê bi amadebûna endamên tevger û rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas, rewşenbîr û çalakvan bi raya giştî re hat parvekirin. Kampanya ku bi dirûşma "Em hemû YPJ'ê ne" û "YPJ'ê nûnertiya me dike" dest pê kir 9 roj li pey xwe hiştin. Heta niha gelek rêxistinên jinan erênê bersîv da kampanyayê. Di çarçoveya kampanyayê de ji gelek rêxistinên jinan ên cîhanê re name hatin şandin. Kampanya dê nêzî mehekê bidome. 

Endama Kordînasyona meclisa jin a bakur û rojhilatê Sûriyê Emîna Omer der barê kampanya ji bo piştgiriya YPJê de nirxandinên girîng kir. 

Emîne Omer anî ziman ku kampanya ji bo YPJê di 26ê Nîsanê de hat ragihandin û wiha got: “Em wekî rêxistin û tevgera jinê li Rojava vê kampanyayê gelek girîng dibînin û ji ber vê yekê em piştgiriyê didinê. Di vê pêvajoya ku niqaşên entegrasyonê di navbera hikûmeta demkî û Rêveberiya xweser de tê kirin, HSDê dê di Wezareta Parastinê de cih bigire. Lê ev ji bo YPJê hîn ne zelal e. Hikûmeta Demkî ya Sûrî heta niha beşdarbûna YPJê ya tev li artêşa Sûrî bike erê nekiriye. Ji ber ku YPJ hêza me ye û hêza parastina hemû jinan e, em piştgiriyê didin vê kampanyayê. Dirûşma vê kampanyayê “YPJ em in, YPJ nûnertiya hemû jinan dike” ye. Jin YPJê wekî nasnameya xwe û hêza parastina xwe dibînin.” 

Kampanya di asta cîhanê de dimeşe 

Emîne Omer da zanîn ku armanca piştgirya wan ew e ku li ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê zextekê çêbikin û got: “Em dixwazin ku hikûmet YPJê wekî artêşeke fermî ya jinan qebûl bike û di çarçaveya entegrasyona demokratîk de di nava artêşê de cih bigire. Di nava Wezareta Parastinê de cihê xwe bigire. Di vê merhaleyê de ev kampanya pir girîng e. Ev kampanya li ser asta Sûrî, Rojhilata Navîn û Cîhanê dimeşe. Ji roja ku ev kampanya hatiye destpêkirin heta niha gelek peyamên xurt ên piştgiriyê tên. Gelek tevgerên jin ên cîhanê piştgiriyê didin vê kampanyayê.” 

YPJ bûye sembola jinên cîhanê 

Emîne Omer da zanîn ku çalakiya wan ji milê leşkerî, hiqûqî, siyasî û akademîk ve didome û got: “Em hewl didin ku bi hemû aliyan ve piştgiriyê bidin YPJê. YPJ ji bo me nirxekî mezin e. Artêşa parastina jinan e. YPJ jinan diparêze, ji ber vê yekê heta ji destê me tê em ê YPJê biparêzin û piştgiriyê bidin wê. YPJê ji bo parastina jinan li dijî DAIŞê berxwedanek mezin pêş xist. Lehengiyeke mezin kir. YPJ îro jibo hemû jinên cîhanê bûye sembol.” 

‘Armanc  ew e ku YPJ bibe hêzeke fermî ya Artêşa Sûrî’

Emîne Omer destnîşan kir ku ew dixwazin ev kampanya pir xurt bi ser bikeve û bigêje armanca xwe û wiha berdewam kir: “Em dixwazin wekî tevgerên jinên Sûriye, Rojhilata Navîn û Cîhanê bang li hikûmeta Surî bikin û zexteke mezin li ser hikûmetê çêkin. Bi vê kampanyayê em hewl didin ku YPJ di nava artêşa Sûrî de bibe hêzeke fermî û rewa.  Niha em nameyan ji rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê re dişînin da ku bi awayekî xurt piştgiriyê bidin kampanyayê. Her roj, rêxistinên jinan ên Lubnan, Sûdan û welatên din bersîvê didin nameyên me û piştgiriyê didin kampanyayê. Dibêjin YPJê xwe di şerê li dijî DAIŞê de îspat kiriye û em piştgiriyê didin wê. Tevgerên jinan dê li Rojhilata Navîn û li Ewropa jî vê kampanyayê pêş bixin. Dê zextê li hikûmetê û meclisa welatê xwe bikin. Ji bo YPJ di nava artêşê de bi fermî cih bigire, bi Şamê re hevdîtin têne kirin. Bi serokê Hikûmeta Demkî re jî hevrîtin hat kirin. Ji bo YPJ wekî HSDê di nava artêşê de bibe hêzeke fermî hevdîtinên dîplomatîk têne kirin. Hiqûqnas û akademîsyen jî dê bi rayedarên hikûmetê re hevdîtinan bikin û piştgiriyê bidin YPJê. Saziyên çand û hunerê jî ji bo piştgiriyê gelek çalakiyên wan hene. Di hemû qadan de ji bo YPJê çalakiyên piştgiriyê hene. Bi rêya van çalakiyan û bi rêya şandina van nameyan em dixwazin ku hêzên derve têxin nava tevgerê. Ev kampanya dibe ku zêdeyî heyvekê jî bidome. Li ser asta cîhanê gelek bernameyên me yên çalakiyan hene. Em bi vê kampanyayê armanc dikin ku hemû rêxistinên jinan li dijî hikûmetê têxin nava tevgerê ku zextan li hikûmeta demkî bikin. Em dixwazin hemû jinan û beşên civakê tev li vê kampanyayê bikin.”

Qebûlkirina YPJê ya nava artêşê dê bibe destkeftiyeke mezin 

Emîne Omer bilêv kir ku ew dixwazin YPJ jî wekî HSDê di nava entegrasyonê de cih bigire û wekî Hêza Parastina Jinan bê dîtin û wiha lê zêde kir: “Ku YPJ bi awayekî fermî di nava artêşa Sûrî û Wezareta Parastinê de cih bigire, ev ji bo jinên Sûriyê û ji bo jinên Rojhilata Navîn dê bibe serkeftineke gelek mezin û destkeftiyeke pir mezin. Eger jin artêşa wan bi fermî çêbibe dê ji bo hemû jinên cîhanê re bibe mînak. Îro li Rojhilata Navîn li dijî jinan destdirêjî pir zêde ye. Jin têne revandin, têne kuştin û rastî tecawizê tên. Li dijî jinan komkujiya mezin heye. Me ev yek di êrîşa DAIŞê ya li dijî Şengalê şênber dît. Bi hezaran jin ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin û rastî tecawizê hatin. Jinên elewî li Siwêydayê hatin revandin û rastî tecawizê hatin.” 

‘Divê jin bi fermî di qada biryarê de cih bigirin’

Emîne Omer herî dawî  bal kişand ser girîygiya tevlêbûna jinan a hemû qadên jiyanê û wiha axivî: “Ji bo em rê li pêşiya van êrîşan û siyaseta qirêj bigirin fermîbûna YPJê ya di nava artêşê de pir girîng e. Ji bo jin bên parastin, bibin xwedî hêz û vîn ev gelek girîng e. Ev ji bo hemû jinên cîhanê pêwistiyek e. Mînak li Kolombiya artêşa jinan a serbixwe heye. Îro artêşa jinan a Kolombiya piştgiriya YPJê dikin. Qebûlkirina YPJê ya di nava artêşa Sûrî de, tê wateya ku êdî qebûl dikin ku jin şirîkê avakirina Sûriyeya demokratîk e. Divê rola jinan di milê leşkerî, siyasî, civakî û hemû qadên jiyanê de bê dîtin û rê li pêş wan bê vekirin. Eger jin di milê siyasî de hebe û di milê leşkerî de tune be, kêmasî ye. Divê jin di hemû qadan de xwedî vîn û hêz be. Hemû mil hev temam dikin û divê jin di hemû qadan de xwedî vîn, hêz û biryar be. Divê jin bi awayekî fermî di qada biryarê de cihê xwe bigirin, da ku mafê xwe û hemû jinan biparêzin.”