Dayika Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da
Dayika yek ji pêşengên PKKê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayika yek ji pêşengên PKKê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz, di 6ê Nîsanê de li mala xwe ketibû erê û rewşa tenduristiya wê giran bûbû. Malbatê piştî bûyerê Zeynep Cansizê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê ya Îzmîrê. Zeynep Cansiz ku hefteyek e tê dermankirin li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.


