Dayikên Aştiyê ji bo Rojava li gelek bajaran daketin qadan bûn
Dayikên Aştiyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan piştgirî dan Rojava û gotin, "Eger rewş bi vî rengî dewam bike em ê sînoran nas nekin, dîwaran rakin û bi hezaran dayik derbasî aliyê din ê sînor bibin."

Meclîsa Dayikên Aştiyê li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran daxuyanî da.
Mêrdîn
Li Mêrdînê daxuyanî li Parka Karayollari hate dayin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Yek e yek e yek e! Gelê kurd yek e” hatin qîrîn.
Dayika Aştiyê Gûrbet Tekîn diyar kir ku ti cudahî di navbera HTŞ û DAIŞê de nîn e û got: "Yên ku keziyên keçên me jê dikin, yên ku wan ji qatên sêyemîn diavêjin, serê wan jê dikin, van hemûyan bi navê misilmantiyê dikin. Lê belê ev misilman nîn in, hovîtî ye. Li Kobanê zarok ji birçîbûnê û sermayê jiyana xwe ji dest didin. Li deriyê sînor ê Kobanê 5 roj in qemyonên alîkariyê têne rawestandin. Em bang dikin ku derî tavilê vekin. Eger bi vî rengî dewam bike em ê sînoran nas nekin, dîwaran rakin û bi hezaran dayik derbasî aliyê din ê sînor bibin."
Amed
Li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê li ber AZC Plazayê daxuyaniyek hat dayin. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye" hat hildan.
Dayika Aştiyê Havva Kiran daxuyanî da û got: "Rojava xeta me ya sor e. Di pêvajoya Kobanê de bi hezaran ciwanan ji bo azadkirina wê derê berdêl dan."
Havva Kiran diyar kir ku hewl tê dayin di navbera kurd û ereban de şer bê derxistin û anî ziman ku Dayikên Aştiyê ew ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Havva Kiran îşaret bi dorpêça li ser Kobanê kir ku li gel peymana hatiye mohkirin jî dewam dike û got: "Hûn çima keziyên jinan jê dikin. Em tayek porê keçên xwe bi tevahiya cîhanê naguherin. Eger ev jin ji bo azadiya vê xakê şer dikin, em bi hurmet nêzî wan dibin."
Havva Kiran têkildarî bûyerên li Rojava bang li welat û saziyên navneteweyî kir û got: "Dema mijar dibe kurd hûn çima edalet û hiqûqê bi cih naynin?" Havva Kiran destnîşan kir ku kurd dixwazin bi rengekî azad, bi her kesî re wekhev bijîn.
Îzmîr
Dayikên Aştiyê li Îzmîrê jî li ber avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyek dan. Di dema daxuyaniyê de tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" hatin qîrîn.
Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û wiha got: "Şîrê zarokan nîn e, kinc nîn e ku li xwe bikin. Em dixwazin li gorî peymanê tevbigerin. Em dixwazin dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Qemyonên alîkariyê yên hatine amadekirin ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê bêne derbaskirin. Weke Dayikên Aştiyê heta ku em sax bin em ê li ber şer rabin. Em ê xwişk û biratiya gelan bixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em hevdîtinên li Rojava bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Em dixwazin êdî pêvajo destpê bike. Em dixwazin xwişk û biratiya gelên kurd û ereb, gelên kurd û tirk pêk were."
Wan
Daxuyaniya li pêşiya Baroya Wanê bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Dayikan dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" qîriyan. Li ser navê dayikan Saadet Oklu axivî û destnîşan kir ku divê êdî şer biqede û qirkirina li ser kurdan bi dawî bibe. Saadet Oklu ev tişt anî ziman: "Ji ber dorpêça li Kobanê zarok dimirin, mirov nikarin derman û avê peyda bikin. Di vê mijarê de divê hemû dewlet bi berpirsyarî rabin. Em vê helwesta dewletan a li hemberî kurdan ti carî qebûl nakin. Bila dagirkerî bê rakirin û alîkariya li ber derî bigihêje wê derê. Em dixwazin ku têkildarî pêvajoya aştiyê ya saleke dewam dike êdî gav bê avêtin. Bila azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were, welatê me aram bibe."
Stenbol
Li Beyoglû ya Stenbolê li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr daxuyaniyek hat dayin. Dayika Aştiyê Rewşan Doner axivî û got: "Li Kobanê zêdeyî 600 hezar mirov dorpêçkirî ne. Av, nan, elektirîk nîn e. Di sedsala 21ê de zarokên kurd ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Em bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin; bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin."


