Dê 200 malbatên din vedigerin Efrînê

Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê eşkere kir ku koma ku ji 200 malbatan pêk tê dê di 8ê Nîsanê vegere Efrînê.

1 deqe xwendin
Dê 200 malbatên din vedigerin Efrînê

Li gorî nûçeya ANHAyê ku agahiyan dispêre çavkaniyên ji Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê ya li bajarê Qamişloyê parvekirine, amadekariyên vegera koma 3yemîn a koçberên ji Efrînê tên kirin.

Çavkaniyan eşkere kir ku koma 3yemîn a koçberan ji nêzî 200 malbatan pêk tê û dê roja 8 Nîsanê ber bi Efrînê ve bikeve rê. Hêjayî bibîr xistinê ye duh koma duyemîn a koçberan ku ji 200 malbatan pêk dihat, ji saetên sibehê ve ji herêma Cizîrê bi rê ketibû û di saetên êvarê de gihaştibû Efrînê.

Koma yekemîn ku ji 400 malbatî pêk dihat di 9ê Adarê de vegeriyabû Efrînê.