Dê gelê kurd çawa bê statu bijî?

Heta hebûna gelê kurd neyê qebûlkirin û statuya gelê kurd neyê naskirin, dê baweriya kê ji vê “çareseriya” dewleta tirk bê! Heke niyeta dewleta tirk bi çareseriyê hebe, divê di destûra bingehîn de ku gelê kurd înkar dike, guhertinan pêk bîne.

1 deqe xwendin
Dê gelê kurd çawa bê statu bijî?

Xeyrî Welat

Di ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 14 meh derbas bûn. Di vê pêvajoya de gelek geşedanên girîng qewimîn. Di serî de Rêber Apo û Tevega Apoyî gelek gavên ku ti kes û hêz ne li bendê bûn avêtin û di her warî de rîskên mezin wergirtin. Ji bo ku aştiyek mayînde û birûmet ji gelan re pêk were, çi ji destê gelê kurd tê dike û di nav hewldanan de ye. Lê li hemberî van hemû niyetên baş ên aliyê kurdî, di serî de serokomarê tirk Erdogan û partiya wî AKP, gelek aliyên dewletê ne xwedî wê ‘’micidiya dewletê’’ ne. Her çendî serokê MHPê Devlet Bahçelî di daxuyanî û civîna koma partiya xwe de ji bo bipêşketina pêvajoya aştiyê hin hewldanan bi pêş bixe jî, heta niha gaveke ku dilê civaka kurd û aliyên demokratîk ên li Tirkiyeyê rehet bike nedaye avêtin. Xala herî girîng a ku gelê kurd li ser radiweste û divê demildest pêk bê, mijara statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Tevger û partiyên ku temsîla gelê kurd dikin, her roj mijara statuya rêbertiya xwe tînin ziman û van pirsan dikin;

-Dê statuya Rêberiya Gelê Kurd çawa bê sazkirin? Ji bo çareseriyek demokratîk bi pêş bikeve dê dewleta tirk kijan gavan biavêje? 

-Bi rastî jî dewleta tirk çawa nêzîkî statu, çand, ziman û hebûna gelê kurd dibe? Di çi astê de hebûna gelê kurd qebûl dike?

-Ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê vegerin û tevlî siyaseta demokratîk bibin, dê kîjan qanûn bên guhertin?

-Bi hezaran dîlên azadiyê û girtiyên nexweş hêj di girtîgehan de tên ragirtin, cezayên gelek girtiyan tên dirêjkirin, sererastkirina hiqûqî dê kengî bê kirin? 

-Jixwe bêhiqûqiya li dijî vîna gelê kurd, bi salan e li ser şaredar û hevşaredaran berdewam dike. Şaredarên ku peywira wan hatiye xespkirin, dê kengî  vegerin ser karê xwe?

Em dikarin bi dehan pirsên din li van pirsan zêde bikin. Bêguman gelê kurd dixwaze gavên şênber bêne avêtin. Lê desthilatdariya AKPê ya ku serkêşiya wê Erdogan dike, ne xwedî wê cidiyetê ye ku bersiva van pirên gelê kurd jî bide. Hêj serî li demogojî û derewên wekî “rêxistina terorê dest ji çekan bernedaye, pêşiyê bila çekê xwe deynin, dûre qanûnan biguherînin” didin. Rêber Apo bi dehan caran bi rêya heyeta ku diçe giravê ragihand ku “mijara çekê ji bo min qediya ye, li holê çekeke ku li dijî Tirkiyeyê tê bi karanîn tune ye”. Lê gelek qaşo rewşenbîr, rojnameger, siyasetmedarên dewletê, her roj van demogojiyan belav dikin. Heqaretê li Rêbertî û Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd dikin. Êrişî nirxên kurdan dikin. Heta gelek planên qirêj ên li ser rojavayê Kurdistanê di vê serdema entegrasyona demokratîk de pêk tên jî mirov dikare bêje ku tiliya van kesan tê de heye û dixwazin di nav tevliheviyê de derbeyên giran li gelê kurd bidin. Li her derî dijminatiya çand, ziman û hebûna gelê kurd dikin. Derdekî wan heye ku dixwazin gelê kurd bê statu û bê parastin bihêlin. Hebûna kurdan ji bo xwe wekî tunebûnê dibînin û kurdan tene ji xwe re wekî xulam qebûl dikin. Dê gelê kurd vê bêheysetî û bêexlaqiya ku ev dewlet dispêre wan qebûl neke. Heta dawî di têkoşîna xwe ya civakek demokratîk de bi israr e. Dê têkoşîna parastin û statuyê berdewam bike. 

Heta hebûna gelê kurd neyê qebûlkirin û statuya gelê kurd neyê naskirin, dê baweriya kê ji vê “çareseriya” dewleta tirk bê! Heke niyeta dewleta tirk bi çareseriyê hebe, divê di destûra bingehîn de ku gelê kurd înkar dike, guhertinan pêk bîne. Demek berî demekê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bike û bi naskirinê re şert û mercên Rêber Apo biguherîne da ku bikaribe bi raya giştî re bide û bistîne û peyamên xwe bigihîne her kesî. Heta ev pêk neyê di warê çareserî û pêşketineke demokratîk de ti bawerî pê nayê. Naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, naskirina statuya gelê kurd e. Gelê kurd tenê bi vê yekê bawer e û têkoşîna xwe jî bi vê baweriyê dimeşîne.