‘Dê komisyon bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk" kir û xwest ku PKK kongreya xwe pêk bîne û xwe fesix bike.

1 deqe xwendin
‘Dê komisyon bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk" kir û xwest ku PKK kongreya xwe pêk bîne û xwe fesix bike. Li ser vê bangê PKKê jî di 5-7ê Gulanê de li du cihên cuda bi awayekî hemwext kongreya xwe ya 12emîn li darxist û biryara xwefesixkirinê girt. Di 11ê Tirmehê de bi navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” komeke gerîla bi pêşengiya hevseroka KCKê Besê Hozat bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” di 5ê Tebaxê de li parlementoya Tirkiyeyê, bi navê “Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî” komisyoneke ku ji 51 kesan pêk tê hat avakirin. Komîsyonê heta niha pênc civînên xwe li dar xistin. Li ser komisyonê, rê û rêbazên wê yên xebatê, em bi yek ji endama Komisyonê û hevberdevka HDKê û parlementera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê re axivîn.

Meral Daniş Beştaşê di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tevahiya jiyana Rêber Abdullah Ocalan di rastiya xwe de îro jî bi awayekî şênber tê jiyîn. Hemû mijarên ku di demên borî de bi awayekî zelal anîbû ziman, îro jî weke rastiya xwe li pêşberî me ne. Em jî di nava vê rastiyê de ne. Abdullah Ocalan pêşeng e ku rabirdûya vê erdnîgariyê bi paşerojê re biguncîne û xwedî wê hêzê ye ku qonaxên demokratîkbûnê bi pêş bixe û kêmasiyên pêkanînên berê derxe holê. Ji şerê sar û vir ve gelên cîhanê bûne mijara serpêhatiyên mezin û mixabin zehmetiyên van serpêhatiyan bi awayekî bi êş dîtine. Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd jî di dilê Rojhilata Navîn de bi parzûnkirina tecrûbeyên mirovahiyê hatiye heta îro. Ji ber vê yekê pêvajoya avakirina civaka demokratîk gelek serpêhatiyan di nava xwe de dihewîne. Bêguman gelek bîranîn û bûyerên biêş jî hatine jiyîn. Ji ber vê yekê ev pêvajo hem pir bi nirx e û hem jî pir nêzî serkeftinê ye. Ji bo serkeftina vê pêvahoyê jî divê em hemû rista xwe pêkbînin û berpisiyar tevbigerên.”

Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser komîsyona bi navê Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî” û wiha got:Ev komîsyon li Meclîsê gihiştiye qonaxeke girîng. Weke ku birêz Ocalan jî daye xuyakirin piştî civîna sêyem a komîsyonê, qonaxeke nû ya guhdarkirina xizmên windayan ku gel bi pêwîstiyeke mezin li benda wan bû, dest pê kir. Di lîsteyên ku ji aliyê partiyên siyasî yên ku beşdarî komîsyonê bûne de, lihevkirineke girîng pêk hatiye. Ev rûniştin bi guhdarikirina xizmên windayan bi encam bû. Em pêşbînî û hedef dikin ku piştî van pêvajoyên din ên guhdarîkirinê, di nîvê meha îlonê de bi dawî bikin û xebatên çareseriyê ku armanca xwe ya sereke ya komîsyonê ye, dest pê bikin.”

Meral Daniş Beştaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêşik û guman em her tiştî naxin sitûyê vê komîsyonê, lê em dizanin û di vê zanebûnê de ne ku dê ev komîsyon di avakirina aştiyê de gaveke girîng be. Her çiqas gavên berê hatin avêtin ne serkeftî bin jî, divê em qebûl bikin ku qonaxa ku îro em gihîştinê jî ji wan ezmûnan çêbûye. Mînak pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an rastî astengiyeke mezin hat; Ji sala 2015an û vir ve gelek êş û wendahî hatin jîyîn. Van trawmayan nîşanî me dan ku rêbazên hovane pirsgirêkan çareser nakin, berovajî vê, mezin dikin. Pêvajoya îro li ser vê hişmendiyê ye û ji ber vê yekê jî bingeha vê pêvajoyê pir xurtir e. Em pir bi hêsanî dikarin bibêjin ku bandora vê pêvajoya çareseriya demokratîk a li ser gel jî li gorî berê gelekî erênîtir e. Daxwazeke mezin heye ku pêvajo bi ser bikeve, lê fikarên pê baweriyê jî hene. Ji ber vê yekê pêwîst e gavên baweriyê yên pratîk bên avêtin.”

Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser gotinên dijî pêvajoyê û got ku ev gotin û helwest neçarî tunebûnê ne û wiha pê de çû: "Ji ber ku tu rastiyeke xwe nîne, tenê gotinên jiberkirî ne. Rastî, tecrubeyên yekser e. Zarokên ji ber mayin, hewan û maşînên zirxî jiyana xwe ji dest dane hene. Rewşa ku dayîk bêyî tirsa mirinê ji bo zarokên xwe razên, biqîmet e. Mirov dikare bibêje ku em îro nêzî vê yekê ne.”

Meral Daniş Beştaşê jixebatên ku komîsyon dimeşîne ev tişt anî ziman: “Armanca komîsyonê, ne ew e ku bişkoka yekem a pêvajoyê xelet bigire. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêbertiyê ve hatiye avakirin, ji aliyê komîsyoneke li Meclîsê ya ku îradeya gel lê tê temsîlkirin, pir girîng e. Avakirina razîbûna civakî bi lihevkirina hevpar a nûnerên ku bi dengên gel hatine hilbijartin û bi hev re gavan biavêjin pêkan e. Ev komîsyona ku ji 51 parlementeran pêk tê, di rastiyê de mîna hevgirtina mirovan e. Armanca komîsyonê ew e ku bingehên ku gelê kurd, gelê tirk û hemû gelên li van xakan dijîn bi hev re bijîn. Bêguman muxatabê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Di rastiyê de xwefesixkirina PKKê, bêçekkirin û qonaxên pêvajoya aştiyê bi daxuyaniyên wî ve teşe girt. Kesê ku dewlet pê re hevdîtinê pêktîne Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê nehevdîtina vê komîsyonê ya bi Ocalan re, tê wateya binpêkirina xala yekemîn a komîsyonê. Bêguman ev jî li dijî cewherê pêvajoyê ye. Herçiqas dem, cih û format ne diyar be j