Dezgeha Lutke: Di 6 mehan de 11 hezar kesan ji Iraqê koç kirin
Dezgeha Lûtke ya ji bo Karûbarên Koç û Koçberan diyar kir ku di 6 mehên dawî de zêdetirî 11 hezar kesan ji Iraqê Koç kirine.

Dezgeha Lûtke ya ji bo Karûbarên Koç û Koçberan têkildarî daneyên 6 mehên îsal daxuyanî da çapemeniyê. Berpirsê Rêveberiya Projeyên Dezgeha Lûtke Bahoz Barzan daxuyanî da û diyar kir ku îro salvegera 75an a Roja Koçberan a Cîhanê ye. Bahoz Barzan destnîşan kir ku sala borî ji ber bêkarî, nearamiya aborî, nebûna siberojê bû sedem ku bi hezaran ciwan koçber bibin û got: “Ev yek jî dibe metirsî li ser siberoja welat. Em Dezgeha Lutke ji sala 2017an ve kar li ser koç û koçberiyê dikin. Heta niha cenazeyê zêdetirî 300 koçberan me vegerandiye ji bo malbatên wan.”
Bahoz Barzan destnîşan kir ku li gorî amarên wan di navbera salên 2015 heta 2026an zêdetirî 8 hezar û 600 kes bi rengekî ne yasayî ji Iraqê koç kiriye û got: “Ji vê yekê 609 kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek jî winda ne çarenûsa wan nayê zanîn. Ji bo wê em Dezgeha Lutke ji bo peydakirina kar proje pêş dixîn.”
Bahoz Barzanî bal kişand ser daneyên dawî yên koçkirinê ji Iraqê û got: “Di nava van 6 mehên îsal de 11 hezar û 740 kes daxwaza mafê penaberiyê ji welatan kiriye. Ji vana 4 kes bûne qûrbanî û yek jî winda ye.”


