Dê vê hefteyê 200 girtî bên guhertin

Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de amadekariya nû ya pevguhertina girtiyan didome. Tê payîn ku vê hefteyê 200 kesên din bên guhertin.

1 deqe xwendin
Dê vê hefteyê 200 girtî bên guhertin

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) amadekariyên koma çaremîn a pevguhertina girtiyan a di navbera HSD û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de didome. Hat ragihandin ku dê di vê hefteyê de nêzî 200 girtî bên guhertin. 

Heta niha 800 girtî hatin berdan 

Di qonaxa yekemîn a di 10ê Adara 2026an de 100 girtî ji aliyê Hikumeta Demkî ve hatibûn girtin li hemberî 100 kesên di destê HSDê de ne, hatibûn berdan. Qonaxa duyemîn di 19ê Adara 2026an de bi pevguhertina 300 girtiyan ji her du aliyan pêk hatibû. Di qonaxa sêyemîn a di 11ê Nîsana 2026an de pêk hat jî 400 girtî bi hev hatibûn guhertin û serbest hatibûn berdan.