DEM Partî çû serdana Gelecek Partiyê
Hevserokên DEM Partiyê, bi rojeva Rojava serdana Gelecek Partiyê kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya rojeva Rojava de serdanên partiyên siyasî didomîne. Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê ku ji Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogûllarî, Serokwekîlên Komê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît pêk tê serdana Serokê Giştî yê Gelecek Partiyê Ahmet Davutoglû kir.
Şandeya DEM Partiyê ji aliyê şandeya Gelecek Partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê şande derbasî hêwana civînê bû.


