DEM Partî û DBPê saziyên civakî ziyaret kirin

Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Şirnexê, di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de saziyên civakî û demokratîk ziyaret kirin.

1 deqe xwendin
DEM Partî û DBPê saziyên civakî ziyaret kirin

Rêxistinên DEM Partî û DBP yên Şirnexê, di çarçoveya xebatên aştiyê de bi saziyên civakî re civiyan. Şande di destpêkê de serdana Odeya Çandiniyê ya Cizîrê kir. Serokê Odeyê Ahmet Sariyildiz şande pêşwazî kir. Di hevdîtinê de mijara Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pirsgirêkên hilberînerên çandiniyê hatin nirxandin. Sariyildiz diyar kir ku ji ber hişkesalî û lehiyê rewşa çandiniyê xirab e û anî ziman ku desthilat bi polîtîkayên çandiniyê re eleqedar nabe û piştgiriyên ku berê dihatin dayîn roj bi roj tên birîn.

Şande piştî vir derbasî Odeya Dermansazan bû. Li wir agahî der barê qonaxa ku pêvajoya aştiyê gihîştiyê de hatin dayîn û daxwazên dermansazan hatin guhdarîkirin. Şandeyê herî dawî Baroya Şirnexê ziyaret kir. Endamên şandeyê daxwaz û pêşniyarên hiqûqî yên rayedarên baroyê yên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de guhdarî kirin û der barê mijarê de agahî dan.