DEMê karker vexwendin pîrozbahiyên 1ê Gulanê
DEM Partiyê serdana karkerên di veguherîna bermahiyan de dixebitin kir û ew vexwendin pîrozbahiyên 1ê Gulanê.

Xebatên DEM Partiyê yên ji bo amadehiyên pîrozbahiyên 1ê Gulanê didomin. Parlamenterê Colemergê Onûr Duşunmez, endama MYKê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û rêxistina DEM Partiyê ya Umraniye serdana kakerên veguherîna bermahiyan kir û ew vexwendin pîrozbahiyên 1ê Gulanê.
‘Em soza têkoşînê didin hevalên xwe’
Onûr Duşunmez di serdanê de diyar kir ku ew li gel kedkaran in û got “Roja 3yê Gulanê ji bo rojekî xemgîn e. Em ê 3yê Gulanê ji bo têkoşîna wan bixebitin. Li vê erdnigariyê cejn bi têkoşîneke mezin tên pîrozkirin. Soza me ew e ku heta 1ê Gulanê bi awayeke azad were pîrozkirin em ê bixebitin. Îro em hatine dorpeçkirin. Em bi rêxistinbûyînê dikarin ji vê dorpeçê derkevin. Em soza têkoşînê didin hevalên xwe.”
‘Em ê ji bo kekê Sirri jî derkevin qadê’
Piştre Endamê Komeleya Karkerên Veguherîna Bermahiyan Mustafa Ay jî anî ziman Gulan ji bo wan jî meheke xemgîn e û wiha axivî: “Di vê 1ê Gulanê de hevalê Sirri ne gel me ye. Em ê ji bo kek Sirri jî derkevin qadê û têbikoşin.”
Piştî axaftinan serdan bi dawî bû.
DEM Partî, saziyên kedê, sendîkayên karkeran ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê bi coş û heybet bên lidarxistin, li gelek navendan xebatên xwe yên vexwendina çalakiyan didomînin.


