Der barê Oznûr Deger de lêpirsîneke hat destpêkirin

Der barê rojnameger Oznûr Deger de bi hinceta ku wêneyê polisan girtiye û parve kiriye, lêpirsîn hat destpêkirin.

1 deqe xwendin
Der barê Oznûr Deger de lêpirsîneke hat destpêkirin

Der barê rojnameger Oznûr Deger de bi hinceta ku wêneyê polisan girtiye û parve kiriye, lêpirsîn hat destpêkirin. Di 29ê çile de li Wanê li dijî êrişên HTŞê yên li ser Rojava de meşek hat lidarxistin. Piştî meşê polisan êrişî ciwanan kiribû û gelek ciwan bi îşkencê hatibûn binçavkirin. Rojnameger Oznûr Deger jî di vê çalakiyê de wêneyê ku polis êrişê ciwanan dike girtibû û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribû. Lê ser vê yekê der barê Oznûr Deger de bi hinceta “Tehrîkkirina nefretê, sorkirina dijminatiyê û biçûkxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin.

Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de li Midûriyeta Polîsan a Wanê îfade da. Di îfadeyê de ji Oznûr Deger pirsa “Bi çi armancê û çima we wêneyê polis girt?” hat kirin. Oznûr Deger diyar kir ku ew karê rojnamegeriyê dike û ji bo vê armancê wêne girtiye û got: “Piştî meşê, gelek polis, tevî yê di wêneyê de xuya dike mudaxeleyî girseyê kirin. Wekî rojnamegerekê, min ev mudaxele tomar kir. Gelek polis, tevî yê di wêneyê de jî xûya dike hem li dijî min û hem jî li dijî gelek hevkarên min spreya îsotê û guleyên plastîk bikar anîn û wan hewl da ku çapemeniyê asteng bikin. Gelek hevkarên me ji ber mudaxeleya polisê di wêneyê de bi guleyên plastîk birîndar bûn û li ser laşên wan şop çêbûn.”

‘Li dijî polîsan lêpirsîn bidin destpêkirin’

Oznûr Deger di îfadeya xwe de bi domdarî wiha got: “Ji ber ku tundiya polisan a li dijî rojnamegeran û girseyê hem di wêne û hem jî di wêneyên ku li ser hesabên din ên medyaya dîjîtal hatine parvekirin de aşkere ye, ez bawer dikim ku divê li dijî polisan tedbîr werin girtin. Karê min tenê ragihandina nûçeyan e û ev wêne tenê wêneyên ku min wê rojê wekî beşek ji pîşeyê xwe yê rojnamegeriyê kişandine ne. Li şûna ku lêpirsînek li dijî min ji ber belgekirina tundiya polisan were vekirin, divê lêpirsînek tavilê li dijî polisê ku gelek kesan, ji zarokekî 12 salî bigire heta welatiyekî 70 salî birîndar kiriye û mudaxaleya dijwar li dijî girseyê kiriye, were destpêkirin.”