Desthilatdariya Orban di metirsiyê de ye

Hilbijartinên giştî yên li Macaristanê weke dengdaneke krîtîk ji bo siberoja Viktor Orban tê dîtin. Orban 16 sal in li ser desthilatdariyê ye.

1 deqe xwendin
Desthilatdariya Orban di metirsiyê de ye

Bang li nêzî 7,5 milyon hilbijêran hat kirin ji bo ji 5 partiyan tercîha xwe bikin, biçin ser sindoqan. Bi sed hezaran hilbijêrên li dervey welêt jî deng bi kar tînin. Sîstema hilbijartinê her çendî li gorî sûdê Fidesz a di desthilatdariyê de be, encam nediyarên mezin di nava xwe de digire.

Anketên serbixwe nîşan didin ku partiya Tisza ya di bin lîdertiya muhafazakar û alîgirê Ewropa Peter Magyar de, li pêş e. Di salên dawî de pirsgirêkên aborî û rexneyên nelirêtiyê, desteka ji bo Orban lewaz kiriye.

Li hemberî vê yekê derdorên nêzî hikûmetê îdîa dikin ku tifaqa Fidesz-KDNP a di bin lîdertiya Orban de, wê hilbijartinê qezenc bike.

Hilbijartin li qada Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û qada navneteweyî ji nêz ve tê şopandin. Serokê DYAyê Donald Trump û Alîkarê Serok JD Vance, destek dan Orban.