Destpêka Romana Kurdî: Gotarên Li Ser Romana Êwra Kavkazê

Ev xebat ji aliyê weşanxaneya peywendê ve di sala 2020’an de hatiye weşandin.

1 deqe xwendin
Destpêka Romana Kurdî: Gotarên Li Ser Romana Êwra Kavkazê

Ev xebat ji aliyê weşanxaneya peywendê ve di sala 2020’an de hatiye weşandin. Xebat behsa wêjeya êwra Kavkazê û êwra di navbeyna salên 1920’an û 1991’ê de, ya li nav tixûbên Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS), li van sê welatan; Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê.

Wêjeya Kavkazê ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî (pişt) Kavkaz e. Dema em li dîrokên hatine dayîn dinihêrin, destpêka damezirendina YKSS’ê û dawîlêhatina wê ye. Ji bo zimanê kurdî ev dem demeke pir girîng e. Nivîskarên vê pirtûkê berî qala xebatên xwe yên der barê wêjeya Kavkazê de bikin di pêşgotinê de bêjeya êwr, Kavkazê hatiye pênasekirin. “Bêjeya êwr (êwir) ji lêkera “êwirî (hêwirînê)” ê tê ku bêjeyeke xwerû bi kurdî ye û di devoka Serhedê de gelek berbelav e her wiha em gelek caran di berhemên kurdên Kavkazê de jî rastî vê bêjeyê tên. Êwirîn (hêwirîn) tê wateya bicihbûn, kondanîn, tebitîn, wardanîn hwd.” (r. 11). Bi zanebûn nivîskarên vê pirtûkê bêjeya êwrê bi kar anîne ku rehê kurdî ye. Ji bo bêjeya Kavkazê tevliheviyek heye di nav kurdan de. Di nav kurdan de gelek varyantên navê erdnîgariyê yên wekî Qafqas, Qewqaz, Qoqaz, Kafkas, Kavkaz, Qafqasya an jî Kafkasya hene. Her çiqas gelek varyant hebin jî “li gorî zanistan erdnîgarînasiyê navê vê herêmê PiştKavkas (Transcaucasia) e. Di heman demê de di berhemên êwra Kavkazê de jî wekî PiştKavkaz an jî Kavkaz derbas dibe. Loma me di vê xebata xwe de Kavkaz tercîh kir da ku orjînala wê bê zanîn û tevlîhevî bê çareserkirin û xeletbikaranîna wê bê terikandin” (r. 11).

Piştî ku bêjeyan rave dikin tên ser wêjeya Kavkazê. Di vê xebatê de neh gotar hene û hemû jî li ser roman û novelayên kurdî yên êwra Kavkazê hatine nivîsîn. Pirtûk ji çar beşan pêk tê. Gotarên ku hatine nivîsîn, li gorî mijaran nêzî hev hatine dabeşkirin.

Gotarên beşa yekem, bi giranî wekî destpêkê dixuyê. Di vê beşê de piranî wekî panoramaya romana kurdî ya êwra Kavkazê amade kirine. Di beşa ewilde nivîskarê gotara ‘ewil, Muslih Sezer e û navê gotara wî Destpêka Romana Kurdî; Panoramaya Romana Êwra Kavkazê (1935-1991) ye. Sezer, di gotara xwe de ji destpêka sala 1991’ê rewş, serpêhatî û geşedana romana êwra Kavkazê hûr vekolandiye. Gotara duyem a beşa yekem, ya Mehmet Nur Yavuzer e. Yavuzer, bi sernavê “Panoramaya Nasnameya Neteweyî di Romana Êwra Kavkazê (1935-1991) nivîsiye. Nivîskar, di gotara xwe de li ser romana kurdî ya êwra Kavkazê, ya di bin sîwana welatekî din de, bi ramana realîzma sosyalîst ve hatiye xemilandin û li derveyî axa welatê xwe bişkiviye, radiweste. Her wiha nivîskar, dikeve pey rêça rengvedanên nasnameya neteweyî di romanên kurdî yên êwra Kavkazê de û wan rêçan destnîşan dike.

Gotarên beşa duyem tenê ji bo gotarên der barê romanên Eliyê Evdilrehman hatine ravekirin. Ev beş bi gotara Dilaver Doger dest pê dike. Doger, qala Romannûsiya Eliyê Evdilrehman dike ku di wê serdemê de romannûsekî girîng ê vê êwrê ye. Her wiha nivîskar, berê xwe dide Roman