Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Di axaftina xwe de Devlet Bahçelî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku hedefa Tifaqa Cumhur a sereke, biserxistina pêvajoyê ye. Devlet Bahçelî, bi berdewamî got: “Ji bo me tu hukmê hebûna kesên meqseda wan şêlû, nêrîna wan ji hev belav û hewl didin hedefa me ya ‘Tirkiyeya bêteror’ sabote bikin, nîne. Êdî tîr ji kevanê derketiye û em ê vê sefera xwe temam bikin.”
Bi domdarî Devlet Bahçelî, îşaret bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û got: “Di çarçoveya nexşerêyeke li gorî vê çarçoveyê hatiye amadekirin, dê gavên hiqûqî, siyasî û demokratîk li gorî mitabeqeteke berfireh û rasteqîn bikevin meriyetê. Hewceye wekîlên ji hêla komîsyonê ve hatin hilbijartin biçin Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdarî bikin. Ev yek dê pêvajoyê xurtir bike. MHP amade ye ku tev li şandeyeke wiha bibe.”
Devlet Bahçelî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îmrali heta niha jî li ser soza xwe sekinî ye, li daxuyaniyên xwe xwedî derketiye. Vekişîna komeke PKKiyan a ji welatê me, daxuyaniya rêxistinê ya ji bo bi temamî vekişîna ji welatê me, nîşan dide ku di hedefa Tirkiyeye Bêteror de geşedanên pêşketî çêbûne.”