Dewleta Tirk li Kobanê yek jê zarok 3 sivîl qetil kir
Dewleta Tirk şevê din gundê Um Hermelê yê bajaroka Zirganê ya Kobanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk şevê din gundê Um Hermelê yê bajaroka Zirganê ya Kobanê bombebaran kir. Li gorî nûçeya ANHAyê; di encama bombebaranê de yek jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Navên kesên hatine qetilkirin ev in: “Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok)”
Navên birîndaran wiha ne: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo û Sîham Deham El Siyad.


