Li Îtalyayê panela Rojava biparêze

Bi sedan Îtalî û Kurdistanî di çalakiya ‘Rojava Biparêze’ de li hev civiyan. Di panelê de êrîşên li ser Rojava û parastina pergala demokratîk hate nîqaşkirin û dahata bi armanca piştevaniyê ji Mezzaluna Rossa Kurdistan Îtalya re hat şandin.

1 deqe xwendin
Li Îtalyayê panela Rojava biparêze

Li bajarê Parma yê Îtalyayê, bi sedan Îtalî û Kurdistanî bi banga Tora Piştevaniyê ya Kurdistan (Rete Kurdistan Parma) û Malfattorî li hev civiiyan û çalakiya 'Defend Rojava'  (Rojava Biparêze) li dar xistin.

Civîn bi moderatoriya Roberta Maggialî hate kirin. Ji Akademiya Demokratîk Jacipa Bindî û enternasyonalîstê Îtalî ya li Rojava Sara tevlî civînê bûn. Di çalakiyê pêvajoya siyasî ya dawî û geşedanên giştî bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin.

Li panelê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo bi temamî ji holêrakirina pergala Konfederasyona Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava hatiye avakirin e. Hate ragihandin ku li dijî van êrîşan aliyê Kurd hêzên xwe vekişandin Rojjava û di çarçoveya parastinê de peymana 29ê çileyê hate îmzekirin.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku kareseta mirovî ya ji ber dorpêça Kobanê, her ku diçe girantir dibe û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku tavile bikeve tevgerê.

Çalakî bi beşa pirs-bersiv heta saetên dereng dewam kir û bi stranên berxwedanê yên muzîkjena Efrînî Aştî Abdo û Coro dei Malfattori bi dawî bû.

Dahata ku ji çalakiya ku bi armanca piştevaniya bi gelê Rojava re hat lidarxistin, ji bo şandina Rojava ji Mezzaluna Rossa Kurdistan İtalya re hate şandin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku piştevanî wê dewam bike.