İranê di 4 mehan de 186 kes darve kir
Rejîma Îranê ciwanê kurd Mehrab Abdullahzade ku li Ûrmiyeyê di çalakiyên şermezarkirinê de hate girtin, bi darve kir. Di 4 mehên dawî de herî kêm 186 kes hatin darvekirin. Di 2025an de jî hezar 639 kes hatin darvekirin.

Rejîma Îranê ciwanê kurd Mehrab Abdulahzade ku li Ûrmiyeyê di dema çalakiyên şermezarkirinê yên dawî de hatibû binçavkirin, bi darve kir.
Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku ser bi dadgeriya Îranê ve ye, ragihand ku Mehrab Abdullahzade li Girtîgeha Ûrmiyeyê vê sibehê hate darvekirin. Mehrab Abdullahzade li Ûrmiyeyê di xwepêşandanên şermezarkirinê de hatibû binçavkirin, piştre bi îdîaya "xerakariya li ser rûyê erdê" û "kuştina endamekî Besîcê" hatibû darizandin. Biryara darvekirinê ya ku ji aliyê Şaxê 2'yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ve hate dayin, ji aliyê Şaxê 9emîn a Dadgeha Bilind ve hate pejirandin. Hate ragihandin ku înfaz bêyî agahdarkirina malbatê hate kirin.
Di raporên rêxistinên mafên mirovan de tê gotin, Mehrab Abdullahzade di binê çavan de ji bo bi zorê li xwe mikur bê êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk a giran lê hatiye kirin. Hate ragihandin ku di dîmenên kameraya ewlekariyê ya li cihê bûyerê de ku kuştina endamê Besîcê nîşan dide, Mehrab Abdullahzade li qadê nîne.
Di 2025an de herî kêm Hezar û 639 kes bi darvi kirin
Li gorî daneyên li çapemeniyê hatin weşandin, tenê di mehekê de li Îranê herî kêm 9 endamên Rêxistina Mucahîtên Gel hatin darvekirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) a ku navenda wê li Norwêcê û li dijî Cezayê Mirinê ya ku navenda wê li Parîsê ye roja Duşemê bi daxuyaniyan ragihandin ku rayedarên Îranî di sala 2025an de herî kêm 1.639 kes darve kirin.
Di nîsanê de 26 girtî darve kirin
Li gorî daneyên ku ji hêla Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ve hatine berhevkirin, di meha Nîsana 2026an de herî kêm 26 girtî, ku 14 ji wan girtiyên siyasî bûn, li girtîgehên seranserê Îranê hatine darvekirin.
Di 3 mehan de 160 girtî darve kirin
Li gorî daneyên ku ji hêla Navenda Îstatîstîk û Belgekirinê ya Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ve hatine tomar kirin, di sê mehên ewil ên 2026an de herî kêm 160 girtî li girtîgehên Îranê hatine darve kirin.


